Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin

  • jin
  • 12:25 9 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYA - Girtiyên jin ên di Girtîgeha Evîn a Tehranê de ku bi êşkenceyê navûdeng e, darvekirinan protesto kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa li dijî girtiyên siyasî hatiye kirin de Werîşe Muradî birîndar bûye.

Hat destnîşankirin ku di 31’ê kanûna 2023’yan cezayê darvekirinê li girtiyê kurd Reza Resayî yê 35 salî hate birîn û di 6’ê tebaxê de jî hate darvekirin. Hat zanîn ku hinceta darvekrina Resayî beşdarbûna serhildana “Jin, jiyan, azadî” bûye. Piştî îdamkirina Reza Resayî li gelek girtîgehan, girtiyên siyasî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
 
Li gorî nûçeya JINHA’yê, girtiyên jin jî li Girtîgeha Evîn a Tehranê çalakiyên protestoyê li dar xistin. Rêveberiya girtîgehê bi tundiyê bersiv da çalakiyan. Hate hînbûn ku girtiya siyasî ya kurd Werîşe Muradî di êrîşa 6’ê Tebaxê de ku ji ber darvekirina Reza Resayî hat lidarxistin, birîndar bû.
 
Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin girtin, polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî kirin û êşkence lê kirine. Hat diyarkirin ku erîşe Muradî piştî êşkenceyê li gelek cihên laşê wê birîndar bûye. Piştî êşkenceyê destûr nehat dayîn ku Werîşe Muradî biçe nexweşxaneyê. Dîsa li gorî agahiyên girtiyan parve kirine efser Hadî Mihemedî fermana êşkenceyê ya girtiyan daye.