Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin

  • jin
  • 10:25 9 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku teşhîrkirina bedena Kevser Elturk nehate cezakirin û wiha got: “Xwestin bi tiştên serê bedena Elturk anîn peyamê bidin gel. Lê tevgera jinan a kurd hîn bêhtir çalak bû.” 

 
Endama YJA-STAR’ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hate teşhîrkirin. Bi ser teşhîrkirina bedena Elturk re 9 sal derbas bûn. Tevî vê jî têkildarî kesên ev sûc kirine tu gavên hiqûqî nehatin avêtin û faîl jî dernexistin holê. Elturk, di sala 1986’an de li gundê Navre yê navçeya Ebex a Wanê ji dayik bû û di sala 2008’an de tev li refên PKK’ê bû. Elturk, di dema qedexeya derketina kolanan ên sala 2015’an de, di 10’ê tebaxê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê jiyana xwe ji dest da û bedenê wê hat teşhîrkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku ji destpêkê heta niha pêvajoya hiqûqî ya binpêkirina li dijî bedena Elturk dişopîne, got ku di 9 salan de tu pêşketinên hiqûqî çênebûn. 
 
'YA KU TÊ KIRIN BINPÊKIRINA PEYMANA CINEVÊ YE’ 
 
Keskîn, da zanîn ku weke ÎHD’ê ew hemû binpêkirinan dikin rapor û wiha got: “Tiştên diqewimin li dijî Peymana Dîlgirtiyên Şer a Cinevê ne. Elturk, di 10’ê tebaxa 2015’an de li cihekî nêzî bajar di şer de birîndar bû. Ez dibêjim birîndar bû ji ber ku demekî kin piştî bûyerê em weke şandeyek çûn wê derê û me raporek amade kir. Ji lingê xwe birîndar dibe lê birîneke rê li ber mirinê veke nîne. Xelkê herêmê ev agahî dan me. Em nizanin bê ka ji ber ji cihên birîndar bûbû lewma yan, ji ber zêdeçûna xwînê yan jî nehat tedawîkirin lewma mir. Lê dema li wir, hêj cil û bergên wê li ser bûn ku polîsan wêneyên wê kişandin. Piştre jî tazî kirin û ev wêneye li ser çapemeniyê parve kirin. Ev yek sûc e. Li gorî Peymana Cinevê, divê di şer de ev sepan li dijî aliyê dijber neyê kirin.” 
 
MIDÛRÊ EMNIYETÊ YÊ DEMÊ: EZ JÎ LI DIJÎ VÊ ME 
 
Bi domdarî Keskîn anî ziman ku têkildarî îşkenceyê tevî gel û gelek derdoran, bi Midûrê Emniyetê yê Wanê re jî hevdîtin kirine. Keskîn, wiha domand: “Me di hevdîtinê de jê re got ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Yanî ji ewil dema cilên wê li ser wêne hatiye kişandin û piştre jî wêneyên dema tazî hatine kişandin û şandin. Me jê re got ku ev yek li dijî miriyê heqarete, tundiya li dijî jinê ye û sûcekî şer e. Midûrê emniyetê jî bi eşkereyî ji me re got; ‘Ez jî li dijî vê yekê me. Ev yek ji hêla komên cihê lêkolînê yên ji bajarên cuda hatin ve hatiye kirin.’ Me jê pirsî bê ka derheqê wan de raporek nivîsandine yan na. Lê ne nivîsandibû. Yanî mimkin nîne ku di bûyereke wiha de nezane ka ew kom ji ku hatiye.” 
 
Keskîn, got ku teşhîrkirina bedena Elturk rastî bertekên mezin hatiye û rayedar neçar mane ku daxuyaniyê bidin. Keskîn, wiha domand: “Walîtiya Mûşê got; ‘derheqê kesên dîmen kişandin, weşandin û li ser medyaya civakî parvekirin de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.’ Di hevdîtina nûnerên ÎHD’ê ya bi midûrê emniyetê de jî midûr got ku tu kesên di ekîba wî de wêne nekişandine lê dibe ku komên lêkolîna cihê bûyerê kişandibin. Ev gotin balkêş bû. Heman midûrê emniyetê gotibû ‘ev kom ji derve hatiye, em nizanin ka ji ku hatine, dibe ku ji Wan an jî Erziromê hatibin.’ Vê yekê rê li ber gumanên mezin vekir.” 
 
ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Bi domdarî Keskîn anî ziman ku bi pêvajoya hiqûqî re wan serlêdana sûc kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serlêdana sûc, di 17’ê tebaxa 2015’an de li ser esasê TCK 130/2’yê hate kirin. Di fikraya 2’yemîn a xala 130’an a TCK’ê ya di bin sernavê ‘heqareta li dijî bîranîna kesekî’ tê gotin ku yên vî sûcî dikin ji 3 mehan heta 2 salan bi cezayê hefsê tên cezakirin. Di dema şûştina cenazeyê de hinek şahidan gotin ku di stûyê Elturk de şopa ben heye, li erdê hatiye kaşkirin an jî hatiye îşkencekirin.” 
 
'SÛCÊ ŞER E’
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku di şer û pevçûnan de tundiya li dijî jinan weke amûrekî şer tê bikaranîn. Keskîn, wiha pê de çû: “Hiqûqa navneteweyî di mijara tundiya li dijî jinan de heta demekî dirêj kêm ma. Di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de bi milyonan jin rastî tundiya zayendî hatin. Di dadgehên li Tokyo û Nurnbergê yên piştî şer de ev sûc nehat darizandin. Lê di şerê li Bosna û Ruandayê de li dijî jinan gelek sûcên tacîz, tecawiz û tundiya zayendî hatin kirin. Bi taybet jî li ser hewldanên jinan, ev sûc weke ‘sûcê şer’, ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hatin qebûlkirin û darizandin hatin kirin. Her wiha di statûya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de her cureyên tundiya li dijî jinan weke ‘sûcê şer’ û ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ tên qebûlkirin. Komara Tirkiyeyê her çend aliyekê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) nebe jî, weke pênaseya sûc, tiştên li dijî Ekîn Wan hatine kirin, sûcê şer e.” 
 
'DERHEQÊ FAÎLAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN’ 
 
Keskîn, got ku di serî de tevgera jinan a Tirkiyeyê, tu derdoran bertekên pêwîst nîşanî teşhîrkirina bedena Elturk nedane û wiha pê de çû: “Gelê kurd bertekên tund nîşandan lê tevgerên jinan ên Tirkiyeyê bertek nîşan nedan. Bûyera Ekîn Wanê hêj di bîra me de ye û dê neyê jibîrkirin. Lê hêj niha jî bi qasî tê xwestin nabe rojev. Bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn lê ji hêla hiqûqî ve tu pêşketin nînin. Derheqê hevalên me yên parêzerê ên bûyerê dişopînin de lêpirsîn hatin vekirin.” 
 
‘XWESTIN PEYAMÊ BIDIN CIVAKÊ’
 
Keskîn, anî ziman ku dewletê xwest bi vê bûyerê re peyamê bide gel û wiha derbirî: “Teşhîrkirina bedena jinê ya bi vî awayî, zîhniyeta baviksalar û feodal a dewletê nîşan dide. Roleke mezin a jinan di nava tevgera siyasî ya kurdan de heye. Ev yek ji hejmara parlamenteran jî xuya dibe. Dewlet ji vê aciz e. Tevgera jinên kurd her tim dewlet aciz kiriye. Wê demê pêvajoyeke wiha hebû; pêvajoya aştiyê xelas dibû û ji bo vê hinek çalakî dihatin krin. Bûyera Ekîn Wanê yek ji mînakên herî balkêş e. Dibe ku we di pevçûnê de kuştinbe lê teşhîrkirina cenazeyê wê, xwedî wateyeke cuda ye. Wateya vê ew e ku dibêjin em şer dixwazin.”
 
Keskîn, got ku teşhîrkirina bedena Elturk bandoreke mezin li wan kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman van tiştên qewimîn tevgera jinên kurd ji têkoşînê nekirin. Her cureyê zextê, neteweyan û bindestan bêhtir dixe nava tevgerê. Piştî bûyera Ekîn Wanê, tevgera jinên kurd bêhtir çalak bû. Ji ber ku jinan ev kirin weke kirineke li hemberî xwe qebûl kirin. Jin dev jê bernadin û serî natewînin. Bi ser bûyera Ekîn Wanê re 9 sal derbas bûn. Baş e ma tevgera jinên kurd qels bû? Na, her ku diçe bêhtir xurt dibe. Lewma binpêkirinên wiha zirarê nadin tevgerê. Ji hêla însanî ve zirarê dide lê hêza xwe winda nakin. Divê dewlet vê rastiyê bibîne.” 
 
MA / Esra Solîn Dal