Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye

  • jin
  • 09:38 9 Tebax 2024
  • |

AMED - Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Sema Koçê bilêv kir ku ew bi kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" armanc dikin ku rêxistinbûynê zêde bikin û got: "Wê tu tax nemîne ku em ê neçinê. Em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin." 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê Tîrmehê de dest bi kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe birêxistin dikin” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de jinan li gelek bajaran dest bi xebatê kirin. Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Sema Koçê jî diyar kir ku bi vê kampanyayê re rêxistinbûna jinan tê armanckirin.
 
Koçê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku dikeve tengasiyê gelê kurd û jinan dike hedef. Koçê da zanîn ku Tirkiye zemîna welatekî demokratîk winda kiriye û got: "Wekî kurdên li Tirkiyeyê dijîn û hêzên demokratîk, divê em rêxistinbûn û azadiyê xurtir bikin." 
 
Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Sema Koç
 
Koçê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ziman, çand, govend û hebûna kurdan dike hedef û got: "Ne pêkan e ku em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin."
 
'EM Ê BÊTIR XWE BIRÊXISTIN BIKIN'
 
Koçê bi bîr xist ku gel piştî hilbijartinan bersiveke tund daye desthilata AKP-MHP'ê û diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî polîtîkayên zayendperest ên desthilata AKP-MHP'ê xwe birêxistin bikin. Koçê da zanîn ku piştî hilbijartinan gelek caran bi jinan re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Helbet kêmasiyên me hene û em wan dibînin. Em plan dikin ku di vê mijarê de konferansên li ser xwe li dar bixin. Li gelek deverên Kurdistanê civîn hatin lidarxistin.  Ji bilî vê em ê konferansekê jî li dar bixin.  Em plan dikin ku ji taxan heta komunan xwe birêxistin bikin û li vir bersiva pêvajoyê nîqaş bikin. Di vê çarçoveyê de em ê li Amedê konferansa jinan li dar bixin. Bi van konferansan em jî wekî jin xwe digihînin hev, aliyên ku kêm in temam dikin û torên hevgirtinê ava dikin. Em difikirin ka em çawa dikarin bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet. Em rê, rêbaz û çareseriyê nîqaş dikin. Em ê xwe bi kampanyayê bi hêztir bi rêxistin bikin." 
 
Koçê anî ziman ku ew wekî jin ji bo azadiya xwe bi rêxistin in û got: “Em ji bo vê têdikoşin. Em di derdoreke wiha de ne ku hema bêje her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin, her carê êriş û zextên li ser destkeftiyên jinan zêde dibin û qetlîamên mêran rewa tên dîtin û bi qanûnê tên parastin. Em dikarin bibêjin ku kevneşopiya tekoşîna jina kurd li têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê tê meşandin jî belav bûye û wê xurtir kiriye. Di heman demê de em ê konferansan li dar bixin da ku tevlîbûna jinan a di pêkhateyên xwe yên rêxistinkirî de hîn zêdetir bibe. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Bi rêxistinkirin û azadkirina xwe em ê civakê jî azad bikin. Her ku jin xwe bi rêxistin bikin têkoşîn xurtir dibe.  Em di wê baweriyê de ne ku em wekî jin û jinên kurd çiqas xwe bi rêxistin bikin, em ê ewqasî bibin dengê hev."
 
Koçê diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê zêde bûne û êdî bi zelalî tên dîtin û got: “Ji bo ku em van polîtîkayên şerê taybet ji raya giştî re bidin zanîn û fêmkirin û li dijî wan têkoşîneke xurt bidin meşandin, em ê li dibistanên partiya xwe dest bi perwerdeyê bikin. Bi van perwerdeyan em ê paradîgmaya xwe jî vebêjin. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet tu kolan û taxa nehêlin. Weke jin em ê hîn bi hêztir xwe xwe bi rêxistin bikin, vê derxin holê û bi xurtî li dijî vê têbikoşin. Xebata herî mezin a ku em ê di çarçoveya kampanyaya 6 mehan de bikin ew e ku rêxistinbûna jinan xurtir bibe. Em dixwazin xwe bigihînin her jinê, bibin dengê her jinê û bibin qîrîna her jinê."