Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir

  • jin
  • 09:01 8 Tebax 2024
  • |
img
WAN - Hanîfe Guzel diyar kir ku ew hê zarok bûye hatiye zewicandin, hevjînê wê tundiya sîstematîk lê kiriye û wê bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girtiye li dijî feodalîzmê jiyanek nû hûnandiye. 
 
Li jinan rolên civakî tên spartin. Li her qadê jiyanê zîhniyeta zilam ku xwe dide nîşandan, di bin navê zewicandinê de jinan diajo nav tundiya sîstematîk. Hanîfe Guzel (44) hê zarok e tê zewicandin. 14 sal zewicî dimîne û hevjînê wê tundiya sîstematîk lê dike. Guzel a ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê hê di temenê zaroktiyê de tê zewicandin, li ber tundiyê îdare nekir û biryar da ku dev ji hevjînê xwe berde. Lê belê malbata Guzel biryara devjihevberdanê neyînî dît. Tevî ku piştevaniya Guzel nehat kirin jî lê dîsa jî di biryara xwe de israr kir û hemû zoriyan da ber çavên xwe. 
 
14 SALAN TUNDÎ LÊ HAT KIRIN 
 
Guzel pirsgirêkên ku di dema biryara hevberdanê de bi wan re rû bi rû maye wiha vegot: “Dema ku min biryara hevberdanê da, min di nav civaka xwe de zemîneke nû şikand û li ser vê yekê biryara kuştina min hat dayîn û planên kuştina min dihatin çêkirin. Piştî hevberdanê gotinên wekî 'Henîfe careke din nikare were Çelê, Henîfe ji ber berdana xwe mirinê heq kiriye, Henîfe serê me xwar kiriye' dest pê kirin. Yên ku wisa digotin kesî negot ka çi hatiye serê Hanîfe û wê çi dîtiye û çi nedîtiye. 14 sal îşkence li min kir, kesî dengê xwe nekir.”
 
PIŞTÎ HEVBERDANÊ PÊŞIYA XWE DÎT 
 
Guzel anî ziman ku di sala 2007'an de piştî hevberdanê koçî Wanê kiriye û ji bo ku dikaribe xwe li ser pêya bigire dest bi kar kiriye û wiha got: “Min pêşî li maxazayekê dest bi kar kir. Paşê, ez bûm şirîkê dikaneke telefonê. Piştî wê min li Bazara Gel a Şaredariya Mezin a Wanê bi 500 TL dikanek kirê kir û li wir dest bi firotina berheman kir. Ez bûme yekemîn dikandara jin a li Bazara Gel. Ez di nav 300 dikandarên mêr de yekane jin bûm. Min gelek zehmetî dîtin.  Min tevî hemû zehmetiyan jî şer kir.  Piştî min gelek jinên din jî hatin wir û bûn dikandar.” 
 
LI BAZARA GEL BÛYE HEVSEROK 
 
Guzel da zanîn ku wan di serdema rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de pergala hevserokatiyê li bazarê bi cih anîne û got: “Me hewl da ku pirsgirêkên bazarê bi hevserokatiyê çareser bikin. Jin hemû hemû dihatin dikanên xwediyê wan jin bûn. Ji ber ku me bawerî da û me ev yek bi sîstema hevserokatiyê pêk anî. Me pirsgirêkên her kesî bi çareseriyek hevpar çareser dikir. Me careke din dît ku zemînek rêxistinkirî û hişmendî çawa çareseriyan diafirîne."
 
PARADÎGMAYÊ HÊZ DAYE WÊ 
 
Guzel da zanîn ku faktora bingehîn a ku xwebawerî, berxwedan û hêza têkoşînê dide wê paradîgmaya azadîxwaz a jinan e û wiha got: “Tevgereke me ya ku jinan azad dike û di her warê siyasî, civakî û aborî de li pêş digire heye. Û vê hêzeke cuda da min. Heke min ev hêz ji partiya xwe negirtiba, belkî dîsa ez bihatama pelçiqandin û tundî li min bihata kirin. Lê min fêm kir ku sedema sereke ya ku em li xwe vegeriyan û di vê têkoşînê de xwe bi xwe têra xwe dikin ku em wêrekiya xwe ji partiya xwe digirin.” 
 
BANGA HEVGIRTINA DIJÎ TUNDIYÊ KIR
 
Guzel ev bang li jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin kir: “Werin em mil bidin milên hev û li cem hev cih bigirin. Em bi hev re hêza xwe nîşan bidin. Di van demên dawî de tundiya li ser jinan û kuştina jinan zêde bûne û ev jî bi destê mêran tê kirin. Tundiya li ser jinekê tundiya li ser hemû jinan e. Ji ber vê yekê divê em bibin yek. Di destê jinan de ye ku desthilatdariya li dij jinan tune bike. Heke jin azad be civak jî azad e, heke jin azad bibe siberoj azad dibe, aborî azad e, jiyan azad e.”
 
MA / Rûken Polat