Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman

  • jin
  • 21:50 7 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Dema Jinan ve bi dirûşma "Em li atolyeya mûmê hev nas dikin" hat lidarxistin ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dît û wêneyên rengîn derketin holê.
 
Komeleya Dema Jinan li Taksîmê bi dirûşma "Em li atolyeya mûmê hev dibînin" li avahiyên komeleyê çalakiya mûman li dar xist. Komele li gel serlêdanên şîdetê, li taxan atolyeyên hişyariyê jî li dar dixe û li gorî daxwaz û pêdiviyên jinan xebatên xwe dimeşîne. Di çarçoveya vê xebatê de li atolyeya mûman bi jinan re hat cem hev.
 
Newroz Unverdî diyar kir ku di komxebata ku li dar xistin de wan hewl da ku cihekî ku jin bikaribe bêhna xwe vedin û ji tengezarî û astengiyên ku di qadên siyasî, civakî û aborî de hatine rû didin, rizgar bibin hewl didin. Unverdiyê got:"Divê jin di bin navê hilberîna kolektîf de xwedî li qada xwe derkevin."
 
Di atolyeyê de ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da, ewil ji bo atolyeya mûman quncikek hat amadekirin. Paşê, her jinekê mûmek ku rengê xwe nîşan dide, amade kir.
 
Atolyeya mûman bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.