Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin

  • jin
  • 21:47 7 Tebax 2024
  • |
img
AMED-Şaredariya Peyasê Civîna Keda Jinan li dar xist. Di civînê de peyama ku dê projeyên jinan pêk werin hat dayîn.
 
Şaredariya Peyasê li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê 'Civîna Keda Jinê' li dar xist.
 
Di civînê de jinan berhem û xwarinên ku hilberandin li standên ku vekirin firotin. Di civîna ku tevlîbûneke xurt lê hat kirin de, ji bo zarokan çalakiya boyaxkirina rûyê zarokan pêk hat. Civîn bi beşdariya Hevşaredara Peyasê Gulşen Sincar berdewam kir. Sîncarê hemû standên civînê ziyaret kir û bi jinan re sohbet kir. Sîncarê diyar kir ku ew ji bo pêkanîna projeyên ku dê jinan bigihînin hev dixebitin. Civîn bi firotina hat kirin û sohbetan berdewam kir.