MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne

  • jin
  • 11:05 7 Tebax 2024
  • |
img

AMED - MKG'ê rapora binpêkirinên meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku darizandina 23 jinan didome û binpêkirin di tîrmehê de jî domiyan. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegerên jinên ên meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RFS) ya 2023'yan, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye û ji kategoriya “bipirsgirêk” derbasî ya “tirsnak” bûye. 
 
‘ROJNAMEGERÊN JIN DI DORPÊÇA DARAZÊ DE NE’
 
MKG’ê bi domdarî got ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tê paşguhkirin, tune tê hesibandin, jinên rojnameger di bin gef û dorpêça darazê de ne, sansur û zexta li ser rojnamegeran her roj zêdetir dibe û rojnameger bi gefên tundî, darizandin û girtîgehê rû bi rû dimînin. Rapor, wiha domiya: “Îktidara ku dixwaze medyayeke ‘yekdeng’ ava bike, zextên li ser rojnamegeran didomîne. Jinên li qadan bi tacîzên polîsan re rû bi rû dimînin, vê carê bi darazê tên dorpêçkirin.” Di berdewamê de hat destnîşankirin ku îktîdar êrişî destkeftiyên jinan dike û rojnamegerên van binpêkirinan dikin nûçe jî hedef tên girtin. 
 
LI 4 ROJNAMEGERAN CEZAYÊ HEFSÊ HATE BIRÎN
 
Bi domdarî MKG’ê daxuyand ku bi taybet jî rojnamegerên jin ên kurd hedef tên girtin û ev agahî parve kir: “Rojnamegerên jin ên kurd di vê mehê de jî bi êrişa darazê rû bi rû man. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de, di 29'ê Cotmeha 2022'yan de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz hatin girtin û di 16'ê gulana 2023'yan de hatin berdan. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li rojnameger Yurtsever, Altan, Aggoz û Deger hatin birîn. Li dijî van êrişan em ê xwedî li pîşeya xwe derkevin û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
DANEYÊN MEHA TÎRMEHÊ
 
Bi domdarî di raporê de ev daneye hatin parvekirin; 
 
“Rojnamegereke jin hate binçavkirin, rojnamegerek dema nûçe dişopand hat astengkirin, di doza 4 rojnamegeran de biryar hat dayin, darizandina 23 rojnamegeran domiya, 7 rojnamegerên jin girtî ne û rojnameger Derya Ren jî di 6’ê tebaxê de hat berdan. 
 
ROJNAMEGERÊN GIRTΠ
 
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê (Di 6'ê tebaxê de hate berdan)
 
* Elîf Ersoy - Berpirsyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
 
* Hatîce Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Tulay Canpolat - Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
 
* Selamet Turan - Rojnameger 
 
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê