Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin

  • jin
  • 14:01 6 Tebax 2024
  • |
ŞIRNEX - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê di Konferansa Jinê de bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, Konfera Jinan a Bajar li dar xist. Konferans, bi dirûşma  “Ji bo jiyana azad û wekhev em bibiryardarî birêxistin dibin” li avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DEM Partiyî, Meclisa Şaredariyê û gelek jin tev li konferansê bûn. 
 
Di konferansê de jinan da zanîn ku li Botanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û hat xwestin ku di nava gel de xebatên têgihandinê bên kirin. Jinan diyar kirin ku îktîdar gelek caran êrişî destkeftiyên jinê dike û li dijî van êrişan divê jin bêhtir meclisên jinan ava bikin, bi hêza xwe ya cewherî destkeftiyên xwe biparêzin û hîn bêhtir têbikoşin. 
 
Konferansa jinan bi dirûşma “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.