Li Rihayê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 14:20 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Li navçeya navendî ya Halîliyeyê jineke 60 salî ku bi tena serê xwe dijiya, li mala xwe mirî hate dîtin. 
 
Jineke 60 salî ku nasnameya wê nehate tespîtkirin û li navçeya Halîliye ya Rihayê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Hate zanîn ku di bûyera ku li Taxa Baglarbaşiyê pêk hat de jin bi tena serê xwe li malê dijiya. Cîranên jinê ku demekî dirêj agahî jê negirtin, tîmên tenduristiyê û polîsan agahdarkirin. Di lêkolîna ewil a tîman li cihê bûyerê kirin tespîtkirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê jinê ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. 
 
Hate zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.