Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e

  • jin
  • 09:48 16 Tîrmeh 2024
  • |

STENBOL - Berdevka Piştevaniya Morê Cemîle Baklaci, li dijî tundî û êrişa li ser jinan wiha got: “Divê em jinûve li hev bicivin û rêya bikaranîna kollanan dewlemend bikin.” Endama YDK’ê Şîfa Nûr Çetîn jî wiha got: “Em çareya hevdû ne.”

 
Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan zêde bûye û rojê herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Di rewşeke wiha de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bi tedbîrên di çarçoveya têkoşînê de hatine wergirtin pesnê xwe da. Yerlîkaya yê di Komîsyona Derfetên Wekhev a Jin û Mêran (KEFEK) ya Meclisê de axivî û tevî piraniya jinan ligel biryarên “dûrxistinê” yên wergirtine tên qetilkirin jî îdia kir ku hejmara kelemçeya elektronîk zêde kirine û pêşî li bûyerên tundiyê yên bi rîskên bilind girtine. Her wiha diyar kir ku bi saya sepana Sepana Piştgiriyê ya Jinan (KADES) heta îro milyonek û 219 hezar îxbar wergirtine û mudaxile li wan kirine. 
 
Li gorî daneyên wezaretê, di 6 mehên ewil ên salê de qetilkirina 166 jinan hate qeydkirin. Lê li gorî çeteleya tundiyê ya 6 mehan a Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) 205 jin hatin qetilkirin, 117 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê jî di nava 6 mehan de 191 jin û mêr di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan. Desthilata ku mafên bi pêşnûma qanûnan hatine bidestxistin hedef digire, li aliyê din di bin navê “hêzkirina malbatê” armanc dike ku jinan li malên ku herî zêde tundî li wan tê hefs bike. 
 
Endama Jina Demokrat a Nû (YDK) Şîfa Nûr Çetîn û Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, li ser sedemên bingehîn ên zêdebûna tundî û komkujiyan û têkoşîna li dijî wan axivîn.
 
‘DESTHILAT TUNDIYA MÊR DIAFIRÎNE’ 
 
Şîfa Nûr Çetîn diyar kir ku ligel rizîna civakî tundî tê normalîzekirin û bal kişand ku desthilat di pozîsyona tundiya mêr diafirîne de ye. Çetîn, anî ziman ku tundiya mêran bi cureyên cuda derdikeve holê. Çetîn bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê û cotstandardiya dadgeriyê ya li dijî tundî û komkujiyên gihaştine asta qirkirinê û anî ziman ku lêpirsîn û darizandin bi bandor nehatine meşandin.
Şîfa Nûr Çetîn
 
‘EM ÇAREYÊN HEVDÛ NE’ 
 
Çetîn, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên heyî, jinan karî bingeha têkoşîna hevpar ava bikin û wiha domand: “Divê em destûr nedin ku rêxistinên me yên jinan krîmînalîze bibin. Li noxteyeke ku evqas êriş lê hene, em dizanin ku çareyeke din a em jihevdu hêzê bigirin zêdetir nîne. Em çareya hevdû ne.”
 
POLÎTÎKAYA XIZANÎ Û TUNDIYÊ
 
Cemîle Bakkalci jî diyar kir ku di encama polîtîkayên tundî û xizaniyê de cînayetên jinan zêde dibin û anî ziman ku polîtîkayên civakî yên di bin berpirsyartiya dewletê de ne li jinan û malbatê tên barkirin, ev jî barê lênêrînê zêde dike, bi sermayeyê dide qezenckirin û li aliyê din hêrsa mêran arasteyî jinan dike. 
Cemîle Bakkalci
 
‘TÊKOŞÎN DI KOLANÊ DE YE’ 
 
Baklaci, bal kişand ser çêkirina qanûnên ku destkeftiyên jinan hedef digirin û ev tişt gotin: “Bi 9’emîn Paketa Darazê di qanûna paşnavî de guhertin pêk anîn, qanûna ku pêşiyê li komkujiya heywanan vedike anîn. Yek ji van jî ne tesadufî ye. Demekî dirêj e tevgera jinan û tevgera femînîst bi zehmetiyên cidî li dijî van êrişan polîtîkayek hilberandin û hêj jî dihelberînin. Lê niha pêdiviya me pê heye ku em jinûve li hev bicivin û rêya bikaranîna kollanan dewlemend bikin. Pêdivî pê heye ku jin li cem hev bisekinin û bên bahev.”
 
‘YEKANE ÇARE RÊXISTINKIRINE’ 
 
Baklaci, da zanîn ku weke Piştevaniya Mor, ji bo piştevaniya psîkolojîk û hiqûqî bidin jinên tundî lê tên kirin komîsyon avakirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin qada ku polîtîkayên femînîst bi xwe bên afirandin bê rêxistinkirin. Di heman demê de em hewl didin zemînan zêde bikin ku jin li her qadê bi polîtîkayeke ku karibe deng û hêza xwe hilberîne û li hev bicivin, li dijî wan bisekinin. Yekane rêya me rêxistinbûn e.”
 
MA / Yeşîm Tukel