Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin

  • jin
  • 11:18 13 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - TJA û Meclisa Jinan a DBP'ê li ser polîtîkayên şerê taybet bi jinan re dicivin û vê yekê nîqaş dikin. Endama Meclisa Jinan a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek got ku ew ê bi têkoşîna xwe li ber şerê taybet rabin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarên bakurê Kurdistanê bi jinan re tên cem hev û kargeh û civînan li dar dixin. Piştî Sêrt û Êlihê li Şirnex û Erziromê kargeh hatin lidarxistin. Di kargeh û civînan de polîtîkayên şerê taybet ên weke fuhûş, tiryak, tacîz, tecwaiz û sîxuriyê tên nîqaşkirin. Tê payîn ku hevdîtin di rojên pêş de jî berdewam bikin.
 
Endama Meclssa Jinan a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek diyar kir ku li dijî zêdebûna polîtîkayên şerê taybet biryar dane kargehan li dar bixin. Çelîkbîlek got: "Me dît ku şerê taybet di rojeva gel de ye. Jinan got ku ew vana di jiyanê de dibînin. Li dijî vê berxwedan û têkoşîn heye. Lê têr nake û ev ne têkoşîneke rêxistinkirî ye. Me jî got em dikarin li dijî şerê taybet çi bikin û çawa li ber rabin. Me jî xebatên wek kargeh û civînan da pêşiya xwe û me bi jinan re li ser vê yekê diaxivin."