Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê

  • jin
  • 09:44 4 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî bi ser texrîbatên qeyûm ên şaredariyê sekinî û wiha got: “Me saziyekî wek feraset û fizîkî bûye zilam dewr girt. Me jinan anî li cihê herî girîng û dest bi kar kir.”
 
Hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin û yek ji navendên ku qeyûm jê hatine şandin jî Şaredariya Farqîna Amedê bû. Şaredariya ku ev du serdem bû di destê qeyûm dihat birêvebirin, ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Wekî gelek şaredariyên bi destên qeyûman hatine birêvebirin, li Şaredariya Farqînê jî ewil xebatên jinan hatin hedefgirtin. Karê Midûriyeta Jinan a derbarê jinan de xebat dida meşandin, hatin rawestandin, alavên kargeha ji bo dirûna xalîçeyan hatiye çêkirin ji rizînê re hatin terikandin. Piştî hilbijartinan 3 meh derbas bûn û Şaredariya Farqînê Midûriyeta Jinan çalak kir. 
 
Derbarê pêvajoya qeyûm û xebatên Şaredariya Farqînê de em bi Hevşaredar Sevîm Bîçîcî re axivîn. 
 
Bîçîcî anî ziman ku ew di civîna meclisa şaredariyê ya ewil de biryara çalakkirina midûriyeta jinan girtine û wiha got: “Di nava vê mehê de carekî din hewldanên me yên vekirina midûriyeta jinan çêbûn. Em dikarin bêjim êdî em ketine dema çalakkirinê.” 
 
‘MEKÎNE JI RIZÎNÊ RE HATINE HIŞTIN’
 
Bîçîcî Tevbîrên Tesarûfê yên Cemaweriyê ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatiye qebûlkirin bi bîr xist û wiha got: “Hûn dizanin piştî hilbijartinê pakêtekî teserûfê danîn li pêşiya me. Armanca vê pakêtê rê li ber xebatên me girtin e. Lê belê em ê xebatên xwe bidomînin. Em niha amadehiya vekirina kargehekî xalîçeyan dikin, cih diyar dikin. Me dest bi serûrastkina hundirê kargehê, boyax û lênêrînan kir. Makîneyên me hebûn, avêtine qeracê. Di vê pêvajoyê de lênêrînên wan nehatine kirin. Em lênêrînên hemûyan dikin. Herwiha mekîneyekî me ya seramîkê jî hebû. Me ew makîne peyda nekir.” 
 
BAZARA EWROPAYÊ
 
Bîçîcî bi bîr xist ku serdema pêş de ji bo hinên Farqînê kargehekî xalîçeyan hatibû çêkirin û ji bo xalîçeyên xwe bifiroşin jî qadekî bazarê hatibû avakirin û wiha got: “Kargehên hatine vekirin dewrî saziyên din kirine. Kargehên ku dixebitîn jî nedane xebitandin û hatine girtin. Lewma makîneyên me di depoyan de bêyî lênêrîn dane sekinandin. Me makîne kom kirin, lênêrînên wan kirin. Em ê ji nû ve serast bikin û kargehên xwe çalak bikin. Em ê wan tev bikin kooperatîf û dê ji Farqînê ber bi Ewropayê ve bazarekî ava bikin”.
 
‘RENGÊ JINÊ TUNE BÛ’
 
Bîçîcî diyar kir ku dixwazin li Farqînê rengê jinê ji holê rakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê gelek hevalên karmend ên jin hebûn û yek jî di midûrtiyan de nebûn. Dema em hatin me wek gava ewil jin anîn li midûriyetan. Ne tenê li kolanên Farqînê, di şaredariyê de jî rengê jinê tune bû. Me saziyek wek feraset û fizîkî bûye zilam dewr girt. Me mudaxileyên biçûk kirin, li cihên girîng jin anîn rêveberiyê û dest bi kar kir.” 
 
‘EM PLANSAZIYA STRATEJÎK AMADE DIKIN’
 
Bîçîcî diyar kir ku ew derveyî amadekirina projeyên jinan, li taxan bi jinan re civînan li dar dixin, bi esnaf û jinên ku dixebitin re tên cem hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo 5 salên li pêşiya xwe, ‘Gelo em dikarin çi bikin?’ civîn li dar xistin. Em niha plansaziya xwe ya stratejiyê amade dikin. Em ser projeyên bi jinan re derketine pêş nîqaş dikin. Bi ser îstîhdamkirina jinan projeyên me bi xwe jî hebûn. Gava ewil qadên ku jin dixwazin û xwe tê de aram hîs dikin hewce ne, me têkildarî mijarê hewldanên xwe dan destpêkirin, lêkolînên xwe didomînin. Em bi ser qadên aîdê şaredariyê nîqaşan didomînin.” 
 
‘EM BI GEL RE DIMEŞIN’
 
Bîçîcî herî dawî bal kişand ser tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê û wiha got: “Sedema tekane  ya tayînkirina qeyûm ne xespkirina şaredariyê ye. Xestpkirina heviya jin û ciwanan e. Ev polîtîkayên tên ceribandin dê wan nebe li cihekî. Êdî divê vê yekê bibînin. Tu riyên ku jin û gel tê de nebin dê wan nebin li cihekî, dê asê bibin. Ji ber em bi hel re ne, ji gel in em dizanin ku riya me vekirî ye. Çi bibe bila bibe, çi bikin bila bikin, em ê xebatên xwe bidomînin. Dibe ku îro derfet kêm bin, em zehmetiyan dikêşin lê belê dê xebatên me yên zêdekirina derfetan jî hebin.”