Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan

  • jin
  • 12:28 26 Hezîran 2024
  • |
AMED - Mehmet D. yê Hîlal Kar li Amedê qetil kir, 3 roj in hêj nehatiye girtin. Dayik Fikriye Kar, anî ziman ku beriya niha tundî li keça wê hatibû kirin û tevî giliyan jî faîl hatibû berdan. 
 
Hîlal Kar a 33 salî di 23’yê hezîranê de li Taxa 5’ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê di nava kolanê de ji aliyê Mehmet D. yê ku bi mehra mele pê re zewicî ve bi çekê hate qetilkirin. Kar a 4 zarokên wê hebûn piştî kirariyên otopsiyê yên di heman rojê de li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Faîl ê bi teqsiyê ji cihê bûyerê reviya tevî 3 roj jî bi ser re derbas bûn hêj nehatiye girtin. 
 
TUNDÎ Û GEFA MIRINÊ
 
Hîlal Kar a hevjînê xwe yê ewil berda, beriya 4 salan bi Mehmet D. yê bi mehra mele pê re zewicî re dest bi jiyanê kirin. Kar a ji hevjînê wê yê berê 3 zarok hebûn, di vê navberê de ji Mehmet D. jî zarokekî wê çêbû. Dayika Kar, Fikriye Kar, diyar kir ku Mehmet D. yê madeyên hişbirê bikartînin her tim tundî li keça wê dikir, beriya ku bikuje bi kuştinê gef lê xwar. Kar, anî ziman ku keça wê ya rapora derbê wergirtibû, çû qereqolê û gilî li Mehmet D. kir, lê Mehmet D. bi gotina “girêdayî hişbirê me em nikarin tiştekî bikin” hate berdan. 
 
‘GELEK CARAN GILÎ KIR’ 
 
Fikriye Kar, anî ziman ku ji ber keça wê cara duyemîn zewicî pê re nediaxivî lê ji nêz ve dişopand û derbarê jiyana wê de li ser xizman her tim agahî werdigirt. Kar, axaftina xwe wiha domand: “Agahî dihat ku Mehmet esrarê bikartîne û her tim şer dikin. Bi gotina ‘ez ê bikujim, wiha bikevim hefsê’ gef li keça min xwarine. Çend caran gilî kiriye. Birine qereqolê lê bi gotina ‘heke girêdayî hişbirê be em nikarin tiştekî bikin’ dîsa berdane. Lawê keça min ê ji hevjînê wê yê ewil, digotin Mehmet D. bi kuştinê gefa li dayika wî dixwe. Keça min ji ber tundiya lê dihate kirin li mala xizmên me dima.”
 
‘BILA BIGIRIN Û CEZA BIKIN’ 
 
Kar, xwest ku faîl demildest bê girtin û got: “4 zarokên keça min bêkes man. Kî dê li van zarokan binêre? Ez li pey doza keça xwe me. Zarokên me van dibînin û mezin dibin, pêşeroja me jî wiha diherimînin. Roja ku keça min hate qetilkirin 7 jin hatin qetilkirin. Êdî bila Wezîrê Dadê, Meclis û parlamenter tiştekî bêjin.”
 
MA / Şîlan Çîl