Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

  • jin
  • 10:39 26 Hezîran 2024
  • |
img
SÊRT - Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navenda Sêrtê jina bi navê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Tîmên tenduristiyê yên li ser agahdarkirina malbatên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Dîlan S. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dîlan S. ya hate îdiakirin întîhar kiriye, birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.