Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin

  • jin
  • 10:36 15 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Colemêrgê ku li Stenbolê berdewam dike, dê jin dewr bigirin. 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûyê çalakiya nobedê dabû destpêkirin û çalakî berdewam dike. Çalakiya ku hefteyeke berdewam dike dê di 18’ê hezîranê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan DEM Partiyê dewr bigire. 
 
TJA’yê bi dirûşma “Jin ji bo Colemêrgê di nobedê de ne” banga beşdariya nobedê li jinan kir û got: “Em zîhniyeta qeyûm ku îradeya jin û gel desteser kiriye qebûl nakin. Em ê di 18’ê hezîranê de li Qada Şîşxaneyê di nobedê de bin.”