Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin

  • jin
  • 09:04 11 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Endamên Koma Jinên Feminîst diyar kirin ku qeyûm di heman demê de destkeftiyên jinan hedef digirin û dan zanîn ku dê sekna xwe ya li dijî polîtîkayên îktîdarê bidomînin. 
 
Endamên Koma Jinên Feminîst li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ji Stenbolê hatin Amedê û beşdarî çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariyê hatiye destpêkirin bûn. Yek ji endamên komê Betul Topkaya got ku ji bo li dijî xespkirina îradeya gelê kurd bibêjin “Na” hatine Amedê û tev li nobetê bûne. 
 
Topkaya, diyar kir ku qeyûm di demên berê de hatin tayînkirin saziyên jinan girtine yan jî midûrên zilam lê tayîn kirine. Topkaya, wiha domand: “Tevî van êrişan jî nekarîn pêşî li xwebirêxistinkirina jinan û têkoşîna wan bigirin.” Topkaya, berxwedana Wanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Li dijî qeyûm, li dijî xespkirina mafan daketin kolanan, berxwedaneke mezin birêxistin kirin û bi ser ketin. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî vê derhiqûqtiyê bi hev re dengê xwe derxînin.” 
 
'HEDEFA EWIL A QEYÛMAN JIN IN’
 
Gul Yeter Aktepe jî destnîşan kir ku feminîst ji bo gotina xwe ya li dijî qeyûman bikin hatine Amedê û wiha pê de çû: “Em feminîst ji qeyûman re dibêjin ‘na.’ Em baş dizanin ku qeyûm ji ewil destkeftiyên jinan hedef digirin. Em baş dizanin ku qeyûm, êrişeke li dijî jiyana jinan e. Ji bazarên jinan heta kooperatîfan, ji navendên şêwirmendiyê heta hemû xebatên rêveberiyên herêmî, qeyûm tevekan hedef digire. Dema qeyûm tên, li dijî komele û saziyên jinan êriş dest pê dikini. Ev yek ne tiştekî rasthatî ye. Lewma em feminîst ji qeyûman re dibêjin ‘na.’ Em feminîst li dijî xespkirina vîna siyasî ya gelê kurd hatin vê derê û em ê qebûl nekin.” 
 
'ÊRIŞEKE TOPYEKÛN HEYE’
 
Aktepe, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Êrişeke topyekûn a li dijî jiyan, maf û bedenê jinan e. Jinan di rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe mezin kirine. Hem patriarka hem jî dewlet êrişî vê dike. Li dijî şêwirmendên jinan, têkoşîn, rêxistinî û rêveberiyên wan ên herêmî êrişeke topyekûn heye. Em mecbûr in bi hev re li dijî vê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
'EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE NEDIN’
 
Hande Sakarya jî daxuyand ku qeyûm dijminatiya li dijî jinan e û wiha derbirî: “A rast jin pir xurt û rêxistinkirî ne. Hewl didin mekanîzmayên wan dê serbixwe bikin tune bikin. Lewma berxwedan girîng e. Em bi gelê kurd re ne û dê şaredariyên xwe nedin wan.” 
 
Ezgî Karakuş jî got ku ew ji bo pêşîlêgirtina qeyûm hatine Amedê û axaftina xwe wiha qedand: “Bi qeyûman re dixwazin jinan di malê de hefs bikin û bê vebijêrk bihêlin. Siyaseta qeyûm hem xespkirina vîna gelekî hem jî yekser hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Lewma em ê her tim li dijî vê siyasetê bisekinin.”