Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe

  • jin
  • 16:01 8 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Koma Jinên Femînîst serdana hevserokên DEM Partiyî kirin û wiha got: “Heya ku ji Stenbolê heya Colemêrgê piştgirî neyê nîşandan azadî ji bo me yekî jî pêkan nîn e.” 

Komek femînîst ên ji Stenbolê hatin Amedê, Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kirin. Dû re jî li ber Cemiyeta Rojnamegerên Sûmerparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên navçeyên Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçe û bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Femînist ji qeyûm re dibêjin na" hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Ji qeyûman re na”, “Bijî hevgirtina jinan” û “Bijî yekitiya jinan" berz kirin. 
 
‘QEYÛM LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E’
 
Aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demîrel axivî û bal kişand ser piştevaniya jinan û got: "Pêvajoya qeyûm tê wateya li dijî destkeftiyên jinan. Em jin ji pergala qeyûm re dibêjin na. Em piştevaniya jinên tirkiyeyî dibînin û em spas dikin." 
 
‘STENBOL DIKARE LÊ COLEMÊRG NIKARE ŞAREDAR HILBIJÊRE’
 
Piştre daxuyanî ji hêla femînist Betul Topkaya ve hat xendin. Betul wiha got: "Weke komek femînîstên ji Stenbolê me dixwest em bên Amedê û em bi Gultan, Sebahat, Ayla ya ku bi salan e em bi hev re di têkoşîna jinan de bûn bibînin. Lê dema me plansaziya xwe kir Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û qeyûm tayînî Colemêrgê hat kirin. Li ser hilbijartinê re hêj 3 meh jî derbas nebû ku qeyûm hat tayînkirin. Eşkere ye ku li gorî qanûnên vî welatî li Stenbolê ligel her cure zext û sextekariyê em dikarin şaredarê xwe hilbijêrin, lê gelê Colemêrgê nikare şaredarên xwe hilbijêre."
 
‘JI DURUTÎ Û QEYÛ RE NA’
 
Betûl destnîşan kir ku dema gelê Colemêrgê mafê xwe yê hilbijartinê bi kar anî, pêşî hewl dan bi anîna bi hezaran leşkeran a ji bo rojekê îradeya wan desteser bikin û ev yek têr nekir hevşaredar şandin girtîgehê û wiha bi lêv kir: “Dema ku navê wî bajarî Antalya Kepez be, li şûna şaredarê girtî, meclîsa şaredariyê kesekî ku dê birêve bibe, hildibijêre. Lê ev der Colemêrg be walî tê tayînkirin. Em jin û femînîst îro li vir in ku bi dengekî bilind ji vê dirûtî û qeyûm re bibêjin na. Em bi hevalên xwe yên TJA'yê re dibêjin em li cem gelê Colemêrgê û jinên Colemêrgê ne."
 
‘BI BÊDENGIYÊ AZADÎ NE PÊKAN E’
 
Betûl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de li şaredariyan navê jinê ji holê radikin û pergala hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Şaredariyê ji gel dûr dixin û dixin xizmeta rantê. Ne kreş, ne navendên piştevaniyê ya jinan, ne bazarên jinan, ne kooperatîfên jinan û ne jî malên cilşûştinê hiştin. Her wiha saziyên ku li dijî şîdeta li hemberî jinan dixebitin jî tên girtin. Hemû yekîneyên jinan tên girtin. Gelek caran mêr tayînê li cihê jinan dikin û bi vî rengî henekê xwe li jinan dikin. Wek Gultan Kişanak gotî qeyûm hewl dide ku jinan bênefes bihêle. Lê bê divê bê zanîn ku em bêdeng nabin. Em dizanin ku ji Stenbolê heta Colemêrgê em dengê xwe dernexin azadî ji me re ne pêkan e. Em hemû ji qeyûman re dibêjin na!"
 
Daxuyaniya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.