Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir

  • jin
  • 12:36 29 Gulan 2024
  • |
img
ANTALYA - Xwendekara zanîngehê Ceylan Demîr li Alanyayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Alanya ya Antalyayê Ceylan Demîr (22) a li Zanîngeha Alaaddîn Keykubat ku beşa mamostetiya polê dixwîne, li wargeha ku lê dima di odeyê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Demîr li odeya wargehê bêtevger hat dîtin. Hevalên wê agahî dan tîmên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Demîr miriye û cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.