Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin

  • jin
  • 12:18 13 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Cîgirê komîserî Veysel O. bi wergirtina destûrê çû mala xwe ya li Enqereyê û hevjîna xwe û du zarokên xwe qetil kirin. 
 
Cîgirê komîserî Veysel O. yê di bin banê Midûriyeta Polîsan a Hatayê de peywîrdar e, bi wergirtina destûrê çû mala xwe ya li navçeya Keçîoren a Enqereyê û hevjîna xwe û du zarokên xwe bi çekê qetilkirin. 
 
Veysel O. pişt re bi heman çekê întîhar kir. Hate zanîn ku dema Veysel O. li Midûriyeta Şaxa Tîmên Taybet a Enqereyê peywîrdar bû, tayînî Hatayê hatiye kirin.