'Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha de Caps amade kiriye'

  • jin
  • 09:11 19 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL - Endama Meclîsa Jina ya HDK'ê Asli Azîm Yagci, diyar kir ku ji bo dawî li mudaxileyên li hemberî jiyana jinan bê ew ê dengên xwe bi kar bînin û got: "Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha ve capsek amade kiriye." 

Endama Meclîsa Jina ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asli Azîm Yagci, sedemên ku ji bo çi jin AKP'ê naxwazin û xebatên di vî warî de vegotin. Yagci bi lêv kir ku dê jin ji bo azadiya xwe di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û got: "Jin doza mafên xwe û azadiyên xwe dikin. Jixwe bi salane em van daxwazan li qandan tînin ziman. Di vê hilbijartinê de rewşeke cuda heye. Eger gotina îskanê di cih de be, êdî bi ser ket. Loma jin wê hêrsa xwe li kuçeyan û di xebatên hilbijartinê de didin der." 
 
‘JIN BI HÊVÎ NE' 
 
Yagci anî ziman ku ji ber jin bêtir bi hêvî ne, ji mêran bêtir dixebitin û got: "Çimkî êdî em baş dizanin ku bêtir pêdiviya me bi azadî, wekhevî û edaletê heye. Bi salan ji ber çewisandinên li ser nasnameya me jinê, em bi pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin. Li hemberî tehekuma li ser bedena me, a rast em hewl didin gotina xwe bêjin. Me qadeke zehmet hilbijartiye, lê belê em ê bi ser bikevin." 
 
'CIVAK JI 'TEMAM'Ê HEZ KIR' 
 
Yagci bal kişand ser gotinên Serokomar Erdogan ku gotibû "Eger gelê me bixwaze em dizanin bêjin temam" û got: "A rastîn pêdiviya me HDP'ê ji bo dirûşmeyê tune bû. Lê, 'temam' bi awayekî jixweber çêbû û civak ji vê dirûşmeyê hez kir. Çimkî bi rastî jî civak ji vê rejîma yekzilamî ya Erdogan re dibêje na." 
 
‘JI BO ÇÛYÎNA ERDOGAN ME JI NIHA VE CAPSEK AMADE KIRIYE' 
 
Yagci got: "Mirov êdî ji jiyana di bin sînorê birçîbûnê de, ji zêdebûna dolar aciz bûn. Ji ber ku bi aqilê mirovan tê lîstin, biçûk tê dîtin, tu temeniyên hêzên kedê bi cih nayên û ji ber vê mirov dibên 'temam'. Ji ber ku ciwan siberoja xwe nabînin dibêjin 'temam'. Ji ber ku jin hepsî malê tên kirin dibêjin 'temam'. Ji ber ku li kargehan heqdesteke wekhev nastînin, siberoja zarokên wan ne mîsoger e dibêjin 'temam'. Ji ber karên ku tu ewlehiya wan tune ye mirovên me dibêjin 'temam'. Êdî mirovên me naxwazin hin kes qezenc bikin hin kes winda bikin û ji vê yekê re dibêjin 'temam'. Êdî civakeke ku ji bindestiyê aciz e heye û li hemberî vê serî rakiriye. Bi rastî jî êdî me ji zû de sînorê xwe derbas kiriye û bi rastî jî êdî temam e. Loma ji bo çûyîna Erdogan ji niha ve me capsek amade kiriye." 
 
‘EM Ê BIKEVIN PÊYÎ HER DENGÎ' 
 
Yagci, diyar kir ku dê di warê ewlehiya hilbijartin û sindoqan de jî jin li refên herî pêş cih bigirin. Yagci destnîşan kir ku wan berpirsiyarên dibistanan hemû tespît kirine. Yagci anî ziman ku wan di vê hilbijartinê de du berpirsiyarên dibsitanan ên yêdek diyar kirine û got: "Em ji bo hemû berpirsiyarên xwe yên dibistanan belgeya îtirazê temîn dikin. Hevalên me yên dê li ser sindoqan bibin berpirsiyar, em berê wan perwerde dikin." Yagci, bi lêv kir ku hevalên wan ên dê li dibsitanan ji bo ewlehiya hilbijartinê bixebitin, xwe di warê derûnî de amade dikin û got: "Em ji bo hilbijartineke xwîndar jî amade ne. Kadroyeke ku vê yekê bigire berçavan heye. Kadroya ku dê ji bo ewlehiya hilbijartinê ji dil û can bixebite, dê bikeve pêyî her dengî." 
 
MA / Necla Demir