Gulsum Kav: Jin dibêjin TEMAM

  • jin
  • 09:09 13 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, diyar kir ku jin li dijî kuştin, kêm dîtin û her roj can dayînê dibêjin TEMAM. Kav, got ku ger HDP dibin bendavê de bimînê, dê ji bo nûnertiya civak û jinan fikarên mezin derbikevin holê. 
 
Nûnera Giştî ya Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav, rêya jin dê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de bişopînin nirxand. Kav, diyar kir ku her sala derbas dibe cînayetên jinan zêdetir dibin û wiha axivî: “Mirov dikare pêşiya van cînayetên jinan bigirin. Desthilatdarî polîtîkayên tundiyê bi rêve dibe. Jinan dike hedefa êrîşan û baweriya wekheviyê ji holê radike. Ji ber van sedeman cînayetên jinan zêdetir dibe.” 
 
‘JIN DIBÊJIN TEMAM’
 
Kava, anî ziman ku li Tirkiyeyê herî zêde jin li dijî polîtîkayên li ser wan tên ferz kirin li mafê xwe geriyan û got: “Hişmendiyek alîgirê tundiya zilam û asteng kirina lêgerîna maf a jinan heye. Dewleta îro, ger bixwaze dikare bi rehetî dawî li cînayetên jinan bîne. Zilaman biguherîne û dewleta zilam diparêze biguherîne. Di meclîsê de lîstikvanên jin ji ser dikê anîn xwarê. Dixwazin hemû jinan ji qadên jiyanê bînin xwarê. Em bi hişmendiyek wiha re rû bi rû ne. Desthilatdsarî ji jinan re dibeje ‘tu tenê dikarî di sînorên xetên ez diyar dikim de, dikarî bimeşî. Ev kêm dîtinek pir mezine. Li tu devera cîhanê jin vê yekê qebûl nakin. Jin her roj can didin û kêm tên dîtin. Ji ber vê yekê jin dibêjin TEMAM.” 
 
‘JIN PÊŞENGÊN SIYASETÊ N’ 
 
Kav, da zanîn ku jin ne tenê hilbijêrin, di heman demê de pêşengên birêvebirînê ne jî û wiha bilêv kir: “Di salên dawî de mezinbûna têkoşîna jinan hêviyên mezin dide mirovan. Di qada çemawerî de têkoşînek polîtîk birêve dibin. Jin di qada çemawerî de ramanên xwe nîqaş dikin û ne tenê hilbijêrin pesîf ên dengan didine. Bi awayekê aktîf têkoşîna siyasetê jî birêve dibin. Tenê daxwaz nakin, hêviyan jî didin avakirin. Emê di vê hilbijartinê de vê yekê xurtir bikin.”
 
'ÊN DEMOKRASIYÊ DIPARÊZIN DIVÊ BIBIN YEK'
 
Kav, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ên demokrasiyê diparêzin divê eniyek hevpar ava bikin. Partiyên hêza jinan derdixin holê, hîn zêdetir namzetên jinan diyar dikin û li gorî jinan bernameyên xwe sererast dikin, divê dibin bendavê de nemîn in. Mînak ger HDP dibin bendavê de bimîne, dê hemû aliyên domokrasiyê jî dibin bendavê de bimînin. Ev jî dê bibe sedem ku rejîma otorîter di desthilatdariyê de bimîne. Ev, ji bo nûnertiya jinan û civakê dê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.”