Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin

  • jin
  • 14:05 1 Adar 2024
  • |

ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li Êlihê di bîranîna ji bo jinên hatin qetilkirin de axivî wiha got: “Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) a di 24’ê sibatê de li Êlihê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dabû, di vê çarçoveyê de di kesayeta Rojvelat Kizmaz a li navçeya Heskîfê jiyana xwe ji dest da, hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin tev li bernameya bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Jîna Emînî, Rojvelat Kizmaz, Nagîhan Akarsel û Gulistan Dokûyê hatin hilgirtin. 
 
Turkoglû, ya di bernameyê de axivî, bal kişand ser qirkirina jinan a li Kurdistanê û got: "Rêhevalên me tên windakirin, ev yek di şexsê Gulistan Dokû de derket holê. Xwekuştinê li rêhevalên me didin ferzkirin. Mêr bi polîtîkayên bêcezahiştinê serbest digerin. Ev yek di şexsê Îpek Er de derket holê. Mûsa Orhan bêceza ma, bêcezahiştin li tevahiya welat belavbûye. Her wiha windabûna Rojvelat jî bi heman ferasetê pêk hat. Em ê bi hev re heqîqetê bibînin."
 
Turkoglû, da zanîn ku divê jin di nav azadî û wekheviyê de bijîn û wiha bi lêv kir: “Dewleta mêr dibêje jin dê li gorî feraseta me bijîn. Jin ji bo nasname û çanda xwe li ber xwe didin. Em li gorî daxwazan najîn, em jin dê di nav azadî û wekheviyê de bijîn. 
 
‘EM LI DIJÎ ÇANDA DESTHILATÊ TÊDIKOŞIN’ 
 
Turkoglûyê da zanîn ku cinayetên jinan polîtîk in û wiha berdewam kir: “Di şexsê jinan de dixwazin civakê bieciqînin. Em wexta têkoşîna xwe ya azadiya jinan dide em azadiya her kesî diparêzin. Em azadiya vê civakê diparêzin. Em li dijî desthilatdariya mêr têkoşînê dikin. Em li dijî aqilê serdest e têdikoşin. Em li dijî çanda xespê ya desthilatdar li dijî civakê pêk tîne, têdikoşin. Em mafê jiyanê diparêzin. Em mafê jiyana azad û wekhev diparêzin. Em dixwazin ked nasname û çanda xwe biparêzin. Em li vî welatî dixwazin azad û wekhev bijîn. Heta ev rejîma şer dewam bike wê ev desthilat keda her kesî binpê bike."
 
‘EM Ê JI DEWLETA MÊR HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Turkoglûyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her saziyên dewletê polîtîkayên qirkirinê di meriyetê de ne. Em di jiyana kar de tên qetilkirin lê dibêjin qezaya kar e. Dema em li qadên xwe têdikoşin têkoşîna jiyanê didin û şerê debarê dikin em bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Dixwazin jinan bi xizaniyê tune bikin dixwazin jin nebin kirde. Tu dixwazî siyasetê bike lê dema tu ne siyasetmedareke makûl be te dişînin girtîgehan. Li girtîgehan jî polîtîkayên şerê taybet dixin meriyetê. Li girtîgehan qirkirinek mijara gotinê ye.
 
Tiştên li me tên ferzkirin em qebûl nakin. Em dixwazin bi nasnameya xwe ya azad bijîn. Em li dijî aqilê mêr-dewletê têkoşîna xwe mezin bikin. Em hevalên xwe yên jin bi bîr tînin û em dibêjin em ê ji dewleta mêr hesab bipirsin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.