KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir

  • jin
  • 15:27 29 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE -  KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher got: “Ji bo em bibêjin ked, beden û nasnameya me ya me ye, em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Têkildarî mijarê li navenda giştî ya konfederasyonê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher ve hate xwendin. 
 
Gevher, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îktîdara AKP-MHP'ê ya li hemberî jinan û wiha got: "Îktîdarê Peymana Stenbolê betal kir, medyaya paşverû gotinên îktîdarê yên dijminatiya jin û LGBTÎ+ dike, belav dike. Li gorî hewcedariyên pergala kapîtalîs a baviksalarî kurtajê qedexe dike, li ber bedena jinê polîtîkayan diafirîne, welidîna jinê kontrol dike. Em ê ji Rojava heya Fîlîstînê, ji Efganîstanê heya Îranê gotin û çalakiyên jinan mezin bikin. 
 
EM Ê LI QADAN BIN
 
Em ê ji bo wekheviya di qada kar de, wekheviya ji bo heqdestê, îstîhdamkirina jinan, pêşxistina polîtîkayên civakî, vekirina kreşan, xizmetên bi zimanê dayikê, betlaneya ji bo 8'ê Adarê, avakirina Wezareta Jinê, afirandina polîtîkayên wekheviyê, azadî, demokrasî, ked, nasname û bedena xwe dê li qadan bin.” 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Bermameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya KESK'ê wiha ye: 
 
*"Em ê di civînên li cihê kar de bên gel hev û bi platformên jinan re ji bo nûjenkirina krîz û xizaniyê çalakiyan li dar bixin, li cem jinên kedkar ên di berxwedanê de bin. Em  ji hevalên xwe yên jin ên di girtîgehê de û di hepsa malê de ne re qertan bişînin; em ê bi hevalên xwe yên sirgûnkirî û îxrackirî re çalakiyan li dar bixin.
 
*Em ê di çalakiyên xwe yên li cihê kar de ji bo  'ILO 190 bê îmzekirin' daxwazên xwe bînin ziman, daxuyaniyên çapemeniyê bidin, kokartan bi xwe vekin û belavok, afîş û kovarên xwe yên ku daxwazên me li wan hene belav bikin.
 
*Di 8'ê Adarê de tevî ku salek di ser erdhejê re derbas dibe em ê polîtîkayên hikûmetê û xemsariya wê li hemberî erdhejzedeyan , bi MYK'ên xwe yên jinan re, bi hêrs û şîna xwe bi jinên erdhejzede yên li Hatay, Mereş, Malatya û Semsûrê re bin û çalakiyên piştevaniyê li dar bixin û ji bo çareseriyê bang bikin. 
 
*Bi taybetî li ber kargehên mezin em ê daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî û çalakiyên ku daxwazên me dihewînin li dar bixin.
 
*Em ê bi jinên rêxistinên ked-pîşe yên herêmî û platformên jinan re bi girseyî xwepêşandan û çalakiyan li dar bixin û êvara 8'ê Adarê jî beşdarî meşên şevê bibin."