HDP dê buroyên hilbijartinê yên jinan veke

  • jin
  • 10:53 12 Gulan 2018
  • |
img
ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Keçîoren Turkan Konukçu, diyar kir ku lez dane xebatên xwe û got: “Jin pêşengtiya xebatan dikin. Em ê buroyên hilbijartinê yên jinan vekin û ji bo ewlekariya sindoqan jinan erkdar bikin.”
 
Ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê, partiyan lez dan xebatên xwe. Rêveberiyên jinan ên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, diyar kirin ku dê mîna 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê, di hilbijartinê de rola xwe bilîzîn û pêşengtiyê bikin.  
 
‘EM Ê BÊJÎN ÊDÎ BES E’
 
Endama berpirsa rêxistinkirina  HDP’ê ya navçeya Yenîmahalle Pakîze  Sînemîllîoglu, diyar kir ku ew xebatên xwe bi coşek mezin birêve dibin û wiha axivî: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo jinan girînge. Tenê di meha Nîsanê de 30 jin hatn kuştin. Em li welatekê her roj jin ji aliyê zilaman ve tên kuştin de dijîn. Emê di hilbijartinê de ji bêkarî, xizantî, cînayetên jinan, tundî û tecawîzan re bêjin êdî bese. Ji bo pêşeroja xwe, me xwe di HDP’ê de bi rêxistin kir.”
 
'EM Ê GUH BIDIN DAXWAZÊN JINAN’
 
Sînemîllîoglu, anî ziman ku di hilbijartina bûrî de li navçeya Yenîmahalle de 250’î sindoq hatin danîn û wiha got: “Bi giştî HDP’ê 22 hezar deng girtin. Emê hejmara peywirdarên li ser sindoqan zêde bikin. Me komîsyonên hilbijartinê ava kirin. Komîsyonên meyên karên teknîkî, malî û rêxistinkirinê amadene û bi aktîf dixebitin. Cardn hevalên me yên berpirsên taxan hene. Hemû komîsyonên me bi mirovan re tên gel hev. Em armanc dikin ku bi gelek jinan re bên gelhev û civînên jinan pêk bînin. Berî her tiştî em ê daxwazên jinan guhdar bikin. Em ê hêz bidin hev û hevdû xurt bikin.”   
 
'TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN'
 
Sînemîllîoglu, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Em ê daxwazên xwe yên di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de dûbare bikin. Em armanc dikin ku dengên xwe zêdetir bikin. Gelek kes serlêdan dikin ku li ser sindoqan peywir bigirin. Em bang li  hemû kesê dikin ku xwedî dengên xwe derbikevin û ji bo ewlekariya sindoqan erkê bigirin. Teqez em ê qezenc bikin.”
 
'EM Ê BUROYÊN HILBIJARTINÊ YÊN JINAN VEKIN'
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Keçîoren Turkan Konukçu jî, diyar kir ku wan xebatên hilbijartinê bi pêşengtiya jinan dest pê kirin û wiha axivî: “Li welat pêşketinên jinan her ku diçe paş dikin. Hilbijartina dê cardin rihê wekhev a ji bo jina pêş bixwe. Zextên desthilatdariyê herî zêde bandor li ser jinan kirin. Em ê xebatên baweriya jinan pêş bixe bi rêxistin bikin. Di dawiya heftê de em ê bi jinan re kom bibin û civînekê pêk bînin. Em ê divê hilbijartinê de rêxistinbûyana jinan pêş bixin. Em buroyên hilbijartinê yên jinan vekin û bi awayekê aktîf xebatên jinan birêve bibin.”