Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye

  • jin
  • 09:01 16 Sibat 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Namzeta Hevşaredariyê ya Deştadarê ya DEM Partiyê Halîme Îlçîn bi nasnameya xwe ya koçerî û ciwaniyê balê dikişînê. Îlçîn ku namzeta bajaroka ku bi salan e ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, got: "Dem dema ciwanan û serkeftinê ye.” 

Ji 31’ê Adarê ku Hilbijartinên Xwecihî dê pêk bên re, demek kurt ma. Partiyan bi piranî namzetên xwe eşkere kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dengê gel namzetên xwe yên li Kurdistanê diyar kirin. Li Kurdistanê mijara mereqê bû ku di hilbijartina gel de kîjan bernamzet bên hilbijartin. DEM Partiyê bi biryar û bi israr e  ku şaredariyên li Kurdistanê bi salan ji aliyê AKP’ê û partiyên din ve tên birêvebirin, bi dest bixe. Yek ji şaredariya ku bi salan e ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin jî şaredariya bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezex a Şirnexê ye. 
 
Bajaroka Deştadarê ku 17 kîlometre dûrî navçeyê ye û nifûsa wê ji 2 hezaran pêk tê, hilbijêrên wê jî hezar û 400 kes in. Taybetmendiya herî balkêş a bajarokê Deştadarê jî ew e tevahiya wê  ji koçeran pêk tê. Şêniyên bajarokê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin, di pêşhilbijartinê de wekî namzetên şaredariyê Halîme Îlçîn û Fahrettîn Akman bijartin. Namzeta Hevşaredariyê Halime Îlçîn a ku di sala 1999’an de li bajaroka Deştadarê wekî zaroka malbateke Koçer hat dinê bi nasnameya xwe ya ciwanî û koçeriyê balê dikşînê ser xwe. Îlçîn, di temenê xwe yê biçûk de li tevî şert û mercên zehmet li Zanîngeha Kirşehîrê beşa Şêwirmendiya Derûniyê qezenc kiriye. Piştî ku vê beşê xelas dike jî ji derve beşa rojnamegeriyê dixwîne. Piştî ku zanîngehê diqedîne jî li bajaroka Deştadarê dersa matematîkê dide zarokan. Îlçîn, li aliyekî dixwîne û li aliyekî jî bi malbata xwe ya koçer koçeriyê dike. Li dijî hişmendiya ku dibêje “Jin û ciwan nikarin bikin” Îlçîn biryar daye ku wekî jineke koçer û ciwan di nav rêveberiyên xwecihî de cihê xwe bigire. 
 
 
‘MIN XWEST KU EM JIN BIBIN ÇARESERÎ’ 
 
Halîme Îlçîn a ku me der barê namzediya wê de pê re hevdîtin kir, anî ziman ku wê wekî jineke ciwan a koçer xwestiye ku bi serlêdana namzetiyê hişmendiya ku dibêje “Jin nikare bike” bişikîne û wiha got: "Dema min serî li bernamzetiyê da her kesî bertek nîşan da. Lê min xwest ku hişmendiya serdest a li ser jinan bişkînim. Dema ku min li vir dersa matemetîkê dida zarokan, min dît ku gelek pirsgirêkên zarokan hene û ev pirsgirêk jî nayên çareserkirin. Min dît ku çareserî em jin in. Em dikarin ji zarok û ciwanan re bibin çareserî. Ji ber wê min xwest ku ji wan re çareseriyê peyda bikim. Min ji xwe re got, 'Çima ez ji gundê xwe û zarokan re nebim çareserî?’ Pirgirêkên gund gelek in û ez van bi çavê jinekê û ciwanekê dibînim. Min xwest bi wan re van pirsgirêkan çareser bikim. Ji ber wê ez bûm bernamzet. “
 
‘EM JIN NE BI TENÊ NE’ 
 
Îlçînê wiha domand: "Temenê şaredariya bajarokê me di temenê min de ye. Ev 25 sal in li gund şaredarî heye, lê heta niha ji bo jinan û ciwanan tiştek nekiriye. Ez vê wekî kêmasiyeke mezin dibînim. Ez dixwazim ewilî li ser vê bixebitim. Malbata min bi xwe koçer e û her sal diçim zozanan. Ez bi xwe jî hatime vî temenê xwe heta niha bi wan re çûme zozanan. Ez heta demsala zivistanê li dibistanê bûm û di havînan de jî ez bi wan re diçim zozanan. Jiyana koçeriyê pir zehmete û ya jinên koçer hê zehmetire. Di vê mijarê de jî ez dixwazim ji bo jinan xebatekî bixim pêşiya xwe. Jinên koçer her tim bi zarokan û sewalkaran re eleqeder in.  Ji ber wê nikarin bêjin em hene. Ez di nav wan de mezin bûm û tiştê ku wan kişandî min bi xwe jî hemû dît ûkişand. Bi vê gav avêtinê min xwest ku nîşan bidim ku em jin ne bi tenê ne û em hene. Bila bêjin em hene û fikrê xwe bi azad bînin ziman.” 
 
‘EZ DIXWAZIM KU PIRTÛKXANEYEKE JIN VEKIM’ 
 
Îlçînê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê di xebatên şaredariyê de pêşengiya jin jin û ciwanan bıke û wiha lê zêde kir: "Şaredariya vir di sala 1999’an de bû bajarok. Di wê salê de Partiya Anavatanê qezenc kir ù heta 2004’ê di destê wê de bû. Piştre DTP û BDP’ê qezenc kir. Di van salên dawî de jî şaredariya me ket destê AKP’ê. Heta niha AKP’ê yek xîzmetek ji bajarokê me re nekir. Deriyê şaredariyê ji gel re girtiye. Ji ber wê gel jî di xwe de nabîne ku biçe şaredariyê ji wan re pirsgirêkên xwe bibêje. Gel hêviya xwe ji şaredariyê qut kiriye. Heke ku em hatin hilbijartin ez dixwazim ku ewilî pirtûkxaneyeke jin ava bikim. Di hêla zanistiya jin de jî xebatên semîneran dixwazim li dar bixim. “ 
 
 
‘DEM DEMA ME YE’ 
 
Îlçînê anî ziman ku tevî hemû sextekariyên desthilata heyî jî ew ê bi gel re bi ser bikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Serdema borî AKP’ê bi veguhastina dengan qezenc kir. Niha jî serî li heman rêbazê didin. Lê em ê rê nedin van hîleyan û em ê li dijî her bêhiqûqiyekî têbikoşin û bi gelê xwe re, bi jin û ciwanan re şaredariya xwe bi dest bixin. Ji bo Deşdatarê dem dema jinan e, dem dema ciwanan û serkeftinê ye.”
 
MA / Zeynep Dûrgût