Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin

  • jin
  • 09:10 14 Sibat 2024
  • |
img

RIHA - Endamên Xeta Jinê ji bo balê bikişînin ser Rojvelat Kizmaz ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pankarta “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandin. 

 
Endamên Xeta Jinê ku ji xwendekarên zanîngehê yên jin pêk tê, ji bo balê bikişînin ser mirina biguman a Rojvelat Kizmaz ku di 9’ê sibatê de li Êlihê winda bû û cenazeyê wê 3 roj piştre di Bendava Heskîfê de hate dîtin, pankart daliqandin. 
 
 
Pankarta bi kurdî a “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” bi jorbihûrka Bulwara Ataturkê ya navçeya Halîliye ya Rihayê ve hate daliqandin.