Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir

  • jin
  • 15:00 8 Sibat 2024
  • |
img
BÛRDÛR - T.Y. yê ji girtîgehê bi destûr derket, Ozlem Şimarik a dest ji hev berdabûn qetil kir. T.Y. piştî cînayetê reviya. 
 
T.Y. (45) yê li navçeya Çavdir a Bûrdûrê ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” hatibû girtin, ji girtîgehê bidestûr derket. T.Y. yê çû navnîşana Ozlem Şimarik (28) ku di sala 2023’yan de dest ji hev berdabûn, bi çekê êrişî Şimarikê kir. T.Y. yê pişt re bi kêrê Şimarik qetil kir, ji cihê bûyerê revî. 
 
ÊRIŞKAR NEHATIYE GIRTIN 
 
Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin. Şimarik a birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çavdirê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku faîlê bi destûr ji girtîgehê derketin û Şimarik qetil kir hêj nehatiye girtin. 
 
Hate zanîn ku Şimarik a jiyana xwe ji dest da dayika du zarokan bû.