Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin

  • jin
  • 14:20 26 Çile 2024
  • |
img

DÊRSIM - Parêzerê Gulistan Doku, Alî Çîmen bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar aniye” giliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel kir. 

 
Ji 5’ê çileya 2020’an heta niha ji xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku tu agahî nayên girtin. Herî dawî dema bi Zaynal Abarakov ê zirbavê wî polîs re dema ketibû nîqaşê hatibû dîtin. Bi ser windabûna Doku re 4 sal derbas bûn lê hêj jî bûyer nehatiye ronîkirin. Parêzerê malbata Doku, Alî Çîmen serlêdaneke nû ya sûc kir. 
 
Parêzer Alî Çîmen bi daxwaza jinûvegirtina Zaynal Abarakov, daxwazname da. Her wiha ji bo ku bavê Zaynal Abarakov jî weke “gumanbar” di dosyayê de cih bigire daxwazname da. Di heman demê de Çîmen bi sedema “peywira xwe xerab bi kar aniye”, derheqê waliyê Dêrsimê yê demê Tuncay Sonel de jî serlêdana sûc kir. Çîmen, wiha got: “Me pêşkeşî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê kir. Em dixwazin delîl bên komkirin.” 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hate windakirin. Li gorî delîlên di dosyaya Gulistan Dokuyê de faîl Zaynal Abarakov û bavê wî Engîn Yucer bûn lê derheqê her duyan de jî tu kirarî nehatin kirin. Dayika Zaynal Abarakov, Cemîle Yucer di sala 2022’yan de daxwaznameyek ji CÎMER’ê re nivîsand û derket holê ku bi agahdariya waliyê Dêrsimê yê demê Tuncay Sonel û rayedarên dewletê şandine Rûsyayê. 
 
Di daxwaznameyê de Cemîle Yucer wiha gotibû: “Min kurê xwe piştî bûyerê, anku beriya li ser medyaya civakî were parvekirin, bi agahiya walî û rayedaran şand Rûsyayê. Dema bûyer hinek di medyayê de xuya kirî, Wezîrê Karên Hundir birêz Suleyman Soylu ji me rica kir û got; ‘Bila kurê we bê vê derê nexwe dê bûyeran bidin destpêkirin. Bînin Tirkiyeyê.’ Me jî ew neşikand û anî Tirkiyeyê. Birêz serokkomar ji we rica dikim qedexeya me ya derketina derveyî welat rakin. Em dixwazin ji vî welatî biçin.”