Rejîmê 15 meh cezayê hefsê da Nergîs Muhammedî

  • jin
  • 11:46 16 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha rejîma Îranê 15 meh cezayê hefsê da aktîvîst Nergîs Muhammedî ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû. 
 
Li aktîvîsta girtî Nergîs Muhammedî ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, bi îdiaya “li dijî Komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” 15 meh cezayê hefsê hate birîn. Li gel cezayê hefsê, her wiha dadgehê ji bo du salan biryara qedexeya geştê, tevlibûna komên sosyo-polîtîk û bikaranîna telefonên androîdê da. 
 
DADGEH RED KIRIBÛ
 
Nergîs Muhammedî di danişîna berê ya dozê de dadgeha rejîmê weke “qesabxane” pênase kiribû û gotibû ku vê dadgehê biryara bidarvekirina gelek ciwanên îranî daye. Nergîs Muhammedî gotibû; “Ez ê yek gavê neavêjim vê qesabxaneyê” û wiha domandibû: “Ez red dikim ku rayeyekî herî biçûk jî bidim dadgerên di bin fermana serwîsên nepen de û dadgehên dozên vala li dar dixin.” 
 
13 CARAN HATE GIRTIN, 31 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYÎN 
 
Nergîs Muhammedî ku 13 caran hatiye girtin, 5 caran bi giştî 31 sal cezayê hefsê û cezayê 154 qamçiyan lê hatibû birîn û ji sala 2021'an heta niha dîsa hate girtin, yek ji pêşengên serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê ye. Komîteya Nobelê di 6’ê cotmehê de xelata aştiyê ya biprestîj da Nergîs Muhammedî û ji ber “bi têkoşîna xwe ya li dijî zextên Îranê yên li ser jinan û hewldanên her kes ji bo mafên mirovan û azadiyê teşwîq kir” pesnê wê dabû.