Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in

  • jin
  • 15:55 13 Çile 2024
  • |
img
AMED - Di Konferansa TJA'yê ya ku bi dirûşma “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” pêk tê de wiha hat gotin: "Sakîne Cansiz pêşengiya berxwedana jinan kir û em şopdarên wê ne."
 
Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar dixe didome. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin. Li eywanê pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ve ber bi azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, endamên Dayikên Aştiyê, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tevli konferansê bûn. 
 
Piştî axaftina vekirinê û navberek hat dayîn û dû re jî mijara "Nêrînek li girtîgehên îro yên Tirkiyeyê" dewam kir. Gulseren Yolerî moderatoriya rûniştinê kir û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.
 
Îlkay Demîr ku di sala 1971'an de hat girtin û ji nifşa 68'an e, di rûniştina yekemîn de bal kişand ser îşkenceya di salên 1970 û 1980'an de li girtîgehan û got: "Wê demê li girtîgehan zext û îşkenceyên giran dihatin kirin. Lê li derve jî berxwedaneke mezin hebû. Em dikarin bêjin tecrîd ji hundir ber bi derve ve diçe, li derve jî têkoşîna azadiyê tecrîdê tune dike. Divê em bi hemû hêza xwe tecrîdê pûç bikin." 
 
GIRTÎGEH BÛNE AMÛREKE TECRÎDÊ
 
Di konferansê de aktîvîsta TJA'yê û di heman demê de parêzer Rûşen Seydaoglû mijara bi sernavê “Belavbûna pergala tecrîdê ya ji girtîhan ber bi civakê ve" pêşkeşkir û got: "Di pêvajoya niha de têkoşîna civakê mezin bûye lê tê xwestin ku mesafeyek bixin navbera girtîgeh û civakê. Tecrîd ne tenê li girtîgehan belav dibe, girtîgeh bûne amûrekî tecrîdê. Bi rêya girtîgehan polîtîkayên afirandina civakek din tê amadekirin. Di çarçoveya hiqûqa pozîtîf divê mafê hevdîtina girtiyên jin hebe lê em dibînin ku her tişt ji hêla îdareya girtîgehê ve tê kontrolkirin. Niha li girtîgehan kulîlk nayên xwedîkirin. Ev mijar tên ji bîr kirin. Ji xwe bi saya berxwedanê li hicreyan kamera hatin rakirin. Girtî bi berxwedanê gelek tiştî nîşanî me didin. Lêgerîna tazî û kontrola dûcanibûnê li jinan tê ferzkirin. Mekanîzmayên tahakkumê li dervê jî tê meşandin. Em bi hişmendiya mêrê serdest re rûbirû dimînin. Niha bi hezaran jin bi taciza darizandinê re rûbirû ne. Jiyana jinê dixin di bin tecrîd dê û heps dikin."
 
'BI SAYA TÊKOŞÎNA DAYIKAN PÊK HAT' 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di konferansê de mijara bi sernavê “Îhlalkirina mafê tenduristiyê ya girtiyên jin ên siyasî û têkoşîna jinên girtî" pêşkeş kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Feraseta mafên mirovan û qebûlkirina îşkenceyê bi saya têkoşîna dayikan pêk hat. Ev têkoşîn îro li paş maye. Îro di nava civakê de pesnê îşkenceyê dikare bê dayîn, ev yek ji polîtîkayên tecrîdê ne serbixwe ye."
 
Fincanciyê di pêşkêşkirina xwe de li ser penaseya îşkenceyê sekinî û got: "Helwestên bibin sedema nebaşbûna tendirustiya kesan 'îşkence ye'. Jin dikarin 3 danan xwarinê bixwin. Dikarin li qada germ bin. Pêdiviya wan ji ava germ çêdibe. Loma belkî tercih dikin di hundir de bimînin. Helwesta bitenêhiştinê dibe sedem em heman pêvajoyê di civakê de temaşe bikin. Ji ber israra mayina girtiyên nexweşiya wan giran dibe sedem ku ev girtî jiyana xwe ji dest bidin."
 
'EM TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ Û NASNAMEYA JINAN DIDIN'
 
Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demirel mafê axaftinê girt û wiha got: "Ez ji bo rêhevalên xwe yên di zindanan de rehîn tên girtin silavê xwe dişînim. Wekî tevgera jinên kurd ne tenê ji bo nasnameya jinan û ji bo nasnameya neteweyî jî têkoşîn didome. Ger em vê têkoşînê ji dîrokê heta niha bi kurtasî rave bikin bi darbeya 12'ê Îlonê Sakine Cansiz bû pêşenga serhildana jinan. Em jî dewamiya vê têkoşînê ne. Sakineyê di 12'ê Îlonê de got pêsîrên min jê kirin lê wekî jin min fedî kir ku ez bêjim ax. Gultan Kişanak li dijî Esat Oktay li ber xwe da. Polîtîkbûyina jinên kurd ji polîtîkbûna bi hêz a zindanan derbas dibe."
 
'ABDULLAH OCALAN HEWL DA TÊKOŞÎNA JINAN JI DEWLETÊ RE RAVE BIKE' 
 
Çaglarê wiha got: "Gel qebûl kir ku em ne terorist in. Lê belê dewletê qebûl nekir. Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di 2012'an de ez tevli çalakiyên grevên birçîbûnê bûm. Piştî 68 rojên greva birçîbûnê pêvajoya muzakereyê dest pê kir. Ev destkeftiyên serhildana me bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ger jin di vê muzakereyê de tune bin wê ev muzakere nemeşin. Hevaleke me di muzakereyê de cih girt. Bi vî rengî ji dewletê re rave kir ku têkoşîna jinan çiqasî girîng e."