Parêzer xwest dosyeyên doza Şehrîban Dînç bibin yek

  • jin
  • 14:32 7 Gulan 2018
  • |
img

WAN - Parêzerê  Şehrîban Dînç a ji aliyê hevjînê wê ve hat kuştin, xwest dosyeya doza Dînç bi dosyeya derbarê endamên malbatê de hat vekirin re bibe yek.

Daneşîna doza Esat Dînç ê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 24'ê Kanûna 2016'an de Şehrîban Dînç a pê re zewicandî bû kuşt, li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. Bersûc Esat Dînç, malbata Şehrîban Dînç û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê, Esat Dînç parastina xwe dubare kir û îdîa kir ku ew bê sûc e. Dozgeriyê derbarê dosyaya lêpirsîna kesên ji malbatê ku Esat ji bo kuştina Şehrîbanê sor kirine hatibû destpêkirin de ya derbarê Çîgdem Yildiz Dînç, Kîbar Dînç, Cabbar Dînç, Muhitîn Dînç û Mehmet Selîm Dînç de jî biryar da ku dosya bibin yek  Heyeta dadgehê, biyar da ku herdu dosya bibin yek û doz taloqî 25’ê Gulanê kir.