Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev

  • jin
  • 10:54 30 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” de jin di kargeha ku stranên pirzimanî hatin gotin de hatin bahev. 
 
Xebatên projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” ku di 2’yê kanûnê de ji aliyê Komeleya Aryen Huner, ŞanoWan û Komeleya Jinan a Starê ve hatibû destpêkirin didome. Kargeha duyemîn a di qadên wêne, sinema, şano û muzîkê de hatin kirin de, bi tevlibûna vokalist Selda Ozturk dest pê kir. Kargeha ku hejmareke kêm a jinan dikare tev li bibe dê 3 mehan bidome. 
 
KARGEHA VOKALÊ YA PIRZIMANΠ
 
Hunermend Selda Ozturk a têkildarî kargehê axivî wiha got: “Em ê atolyeyeke pirzimanî li dar bixin. Em ê bi kurdî, ermenkî, erebî, suryankî û gurcî stranan bêjin.” Ozturk, bi lêv kir ku li welat û derveyî welat bi salan di qada vokalê de atolyeyan li dar dixe û wiha got: “Herî dawî li ser zoom’ê li Almanyayê atolyeyek li dar xist. Ez care ewil e li Wanê tev li xebateke wiha dibim. Vê xebatê ez gelek bi kelecan kirim.”
 
Ozturk, anî ziman ku zêdetir bi jinan re kargehên muzîkê dike û ev bang kir: “Min ev xebat li Stenbolê bi jinên koçber re gelek kirin. Ev hatinên bahev ji me re gelek baş tên, ji ber ku em bi hev re di nava piştevaniyê de ne. Divê jinên wanî jî tev li vê xebatê bibin.”