Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon

  • jin
  • 09:24 16 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX- Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Silopiyayê ya ku di sala xwe ya ewil de derket lîga duyemîn niha ji bo lîga yekemîn têdikoşe. Listîkvanên tîmê diyar kirin ku hedefa wan şampiyonî ye û gotin ku piştgiriya gel bûye sedema serkeftinê û dixwazin vê piştgiriya xwe zêdetir bikin.

 
Tîma Fûtbolê ya Jinan a Şaredariya Silopiyayê ku di sala xwe ya ewilî de derket lîga 2'yemîn a Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) niha ji bo lîga duyemîn têdikoşe. Tîma jinan a ku bi sê jinan dest pê kir, niha bi 25 jinên listîkvan di lîga 2'yemîn de têdikoşe. Futbolvanên jin der barê mijarê de axivîn.  
 
'ME TEKOŞÎNEKE MEZIN DA'
 
Kaptana tîma Futbolê ya Jinan Zehra Aktugê bi lêv kir ku ew bi têkoşîn û piştgiriyeke mezin derketine lîga duyemîn û wiha axivî: "Îsal em derketin lîga 2'yemîn. Bi rastî jî vê em keyfxweş kirin. Dema ku tîma Jinan a Futbolê hat avakirin, em 3-4 jin bûn. Lê hejmara me roj bi roj zêde bû. Li gel zêdebûna hejmarê tîma futbolê hate avakirin û me jî di maçan de cihê xwe girt û me lîst. Di vê serkeftina ku me bi dest xistiye de keda şaredariyê jî pir e. Em di lîga 3'yemîn de bûn. Di maçê de me serkeftinên baş bi dest xistin û em di koma xwe de bûn yekemîn. Me têkoşîneke mezin da û em çûn Play-Offê û em ji wir jî yekemîn derketin. Em bûn şampiyon û em derketin lîga duyemîn. Em niha di lîga 2'yemîn de ne. Armanca me ew e ku em bibin şampiyon. Heke em ji lîgê yekemîn yan jî duyemîn derkevin em ê dîsa biçin Play-Off'ê û piştre jî em ê derkevin lîga 2'yemîn. Di komên me de 14 maç hene û me ji van sê lîstîne. Du ji van weke hev qediya û ya dîtir jî em têk çûn. Lê em di armanca xwe de bi israr in û em ê bi ser bikevin." 
 
'SERKEFTINA ME DÎTIN'
 
Aktugê diyar kir ku wan nîşanî civakê jî daye ku jin dikarin bikin û got: "Dema ku me ewilî Tîma Futbolê ya Jinan ava kir hem malbatên me û hem jî derdor li hemberî me derket. Lêbelê em di daxwaza xwe de bi israr bûn û me dest pê kir. Piştî demekê malbatên me jî û civakê jî serkeftina me dît û dîtin ku jin jî dikarin futbolê bikin û nikaribûn tiştekî ji me re bêjin. Êdî nêçar man ku qebûl bikin. Futbol ne tenê ya mêran e, herkes dikare bike." 
 
'EM DI SALA XWE YA EWIL DE ÇÛN LÎGA 2'YEMÎN'
 
Listîkvana tîmê Berfin Aktugê jî got ku ew di sala xwe ya ewilî de çûne lîga 2'yemîn û ev tişt gotin: "Me dixwest ku Tîma Futbolê ya Jinan jî hebe. Me xwest ku jin jî di qadê de xwe nîşan bidin. Me xwest ku gelê me bê me temaşe bike û bi me serbilind be. Bila bizanibin ku li Silopiyayê Tîma Futbolê ya Jinan heye. Pêdiviya me bi piştgiriya jinan heye. Piştgiriya wan dê me bi hêz bike. Em di sala xwe ya ewilî de bûn şampiyon. Gelê me bi vê keyfxweş bû. Her maça ku em çûnê em bi keyfxweşiyeke mezin çûn. Me bi 3-4 jinan dest pê kir û piştre em bûn 25 jin. Em bi vê gelek keyfxweş bûn. Em niha di lîga 2'yemîn de li ber xwe didin. Em bang li trîbûnan û gelê me dikin ku piştgiriya xwe kêm nekin. Bi piştgiriya gelê xwe em ê serbilind bin. Dema ku me dest pê kir malbatên me digotin, 'jin in nikarin bixwînin, nikarin bi ser bikevin' lê me pêk anî. Ji nû ve zanin ku jin çi ne û ji nû ve zanin ku jin dikarin her tiştekî bikin. Her tiştî ne tenê mêr dikin jin jî dikarin bikin. Heke piştgiriya civakê hebe jin dikare her tiştî bike. Armanca me ew e ku em bibin şampiyon. Daxwaziya me ji gel ew e ku di her maçê de bên me temaşe bikin û piştgiriya xwe kêm bikin. Bi vê piştgiriyê em bêtirin bi hêz dibin." 
 
MA / Zeynep Durgut