Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere

  • jin
  • 09:06 24 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş anî ziman ku ew ji bo bi temamî jiholêrakirina nêrzatiya di çapemeniyê de têdikoşin û got: "Her ku ziman diguhere feraset, her ku feraset diguhere kes diguherin." 
 
Ji bo şikandina serdestiya nêrza û ji bo wekheviyê, yek ji qadên têkoşînê jî çapemenî ye. Ev têkoşîn, di warê xuyangiya jinê ya di çapemeniyê de gelekî girîng e. 
 
Ev nêrîna jinê ya li dijî zimanê zayendparêz a çapemeniyê jî bi Çapemeniya Azad re dest pê kir. Jinên kurd ku di qada çapemeniyê de xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya bihêz in, mudaxileyî serdestiya nêrza kirin û di 8'ê Adara 2012'an de Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ava kirin. JINHA, di demeke kurt de bû dengê jinan. Lê di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Piştî vê Gazete Şûjin ku li ser înternetê weşana xwe dikir hat avakirin. Şûjin jî berî ku saleke wê temam bibe, di 25'ê Tebaxa 2017'an de hat girtin. Piştî vê jinan biryardariya xwe ya têkoşînê bi JINNEWS'ê domandin. 
 
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş têkoşîna rojnamevanên jin nirxand.
 
Alagaşê bi lêv kir ku jin di rojnameyan de bi piranî wekî nûçeyên rûlea sêyan tên dîtin û got ku ev yek jî tundiya li ser jinê wekî magazînekê dide der. 
 
Alagaşê anî ziman ku bi têkoşîn û mudaxileya rojnamevanên jin bi awayekî qismî şikestinek di vê nêrînê de çêbûye û got: "Feraseta mêr nasnameya jinê qebûl nake yan jî wê wekî hevrêya xwe nabîne. Çawa dixwaze xwezayê û candaran têxe bin bandora xwe, bi heman awayî dixwaze jinê jî têxe bin serdestiya xwe. Bi vê jî dixwaze desthilaa xwe bidomîne." 
 
AJANSA NÛÇEYAN A JINAN A EWIL A CÎHANÊ
 
Alagaşê bal kişand ser têkoşîna Çapemeniya Azad jî û wiha domand: "Rêya ku Çapemeniya Azad meşiya jî ne rêyeke hêsan bû. Di serî de di warê ziman de bi  gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma, bi rojan vê yekê da ber nîqaşan. A rast sedema vê jî bandora feraseta nêrza bû. Wê demê çendî helwdnaek hebû jî, lê zimanekî wê yê aîdê wê û rengekî wê tune bû.  Me ji bo vê di sala 2012'an de JINHA'yê ava kir. Bi vî awayî li cîhanê cara ewil ajanseke jinan dest bi weşana xwe kir." 
 
Alagaşê destnîşan kir ku tevî hemû binçavkirin, girtin û astengiyan jî rêya xwe ya bi aramnaca guherandina nêrzatiya çapemeniyê didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em zimanekî nêrza û zayendparêz bi kar naynin, em rê û rêbazên diin sedema kuştina jinan an jî destdirêjiyê nîşan nadin û em jinên bihêz nîşan didin. Berxwedaneke herî biçûk a jinê hebe em wê berbiçav dikin. Ger mirovek nikaribe xwe biparêze, sedema vê en vîna wê yan jî bêhêziya wê ye, sedmea wê xedariya feraseta nêrza ye. Em nûçevaniyeke jinê ya di vî warî d edikin. Em ajansa jinan li cîhanê bûn mînak. Di nûçevaniya jinê d ejî ziman di rojekê d eneguherî. Bi saya têkoşîna bi salan, ji slaên 90'î heya niha mîrateya Gûrbetellî Ersozan rê li ber me xist. Gelek jinên hêja vê bingehê danîn. Em jî li ser vî esasî têkoşînê didomînin." 
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'
 
Alagaşê diyar kir ku gav bi gav nasnamey jinê didin nasandin û pêş ve diçin û got ku hevalên wan ên li qadê jî bi gelek nêzîkatiyên nêrza re rû bi rû dimînin.  Alagaşê destnîşan kir kê lê tevî hemû tiştan jî ew ê dest ji vê têkoşînê bernedin û wiha lê zêde kir: "Ji lew re em ji kevneşopiya têkoşîneke tekûz tên û em ê vê mîrateyê bidomînin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Alagaşê destnîşan kir ku herî zêde jî divê jin xwedî li ajansa xwe derkevin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "JINNEWS, li dijî feraseta nêrza têdikoşe. Jinên têkoşîer divê xwedî li JINNEWS'ê derkevin. Ji bo xweparastinê herî zêde divê feraset biguhere. Her ku ziman diguhere feraset, her ku feraset diguhere kes diguherin." 
 
MA / Mehmet Guleş