Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin

  • jin
  • 09:05 24 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE- Zanyara Siyasetê ya Misirî Fernas Attîa anî ziman ku têkoşîna wan dê dûr û dirêj bidome û got: "Em berdewama wê têkoşînê ne ku me ji Zanobia, Nefertiti, Hatshepsut, Shajarat al-Durr, Dr. Suhair Al-Qalamawi, zanyar Samira Moussa û gelekên din dewr girtiye. Em ê li ber xwe bidin." 
 
Li Misirê tevgera jinê piştî zextan derket holê. Yekîtiya Feminîstan a Misirê ku di destpêka sedsala 20'î de bi pêşengiya Huda Sha'arawiyê hat avakirin, yek ji rêxistinên feminîst ên destpêkê ya li Rojhilata Navîn e. Jinên ku piştî zextan daketin kuçeyan, ji bo azadiya xwe û mafên xwe têkoşiyan. Jinên li welêt, ji bo parastina destkeftiyên xwe, ji bo mafên nû û li dijî tundiyê têkoşîna xwe didomînin.
 
Zanyara Siyasetê ya Misrî Fernaz Attîayê têkoşîna jinên misirî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
JI MISIRA QEDÎM HEYA ROJA ÎRO
 
Attîa ku ji bo dîroka têkoşîna ji bo wekheviyê îşaret bi dîroka Misira Qedîm kir, got: "Em berdewama wê têkoşînê ne ku me ji Zanobia, Nefertiti, Hatshepsut, Shajarat al-Durr, Dr. Suhair Al-Qalamawi, zanyar Samira Moussa û gelekên din dewr girtiye. Em ê li ber xwe bidin." 
 
Attîayê diyar kir ku niha jinên misirî herî zêde bandorê ji xizaniyê digirin û wiha berdewam kir: "Ev xizanî tevahiya civaka Misirê dihewîne. Ev jî bû sedema zêdebûna enflasyon û betaliyê. Ji ber vê derfetên kar ên jinan kêm bûn, zexta malbatê, rêjeya devjêberdanê zêde bû. Ev yek herî zêde bandorê li jinên ku hevjînên wan mirine û barê zarokan ketiye ser milê wan dike. Şert û mercên aboriyê di heman demê de bûye sedem ku xizmeta tendurisiyê jî xirab bibe û mesrefên perwerdehiyê zêde bibin. Ji ber vê statuya perwerdehî, tenduristî û civakî ya jinan bandoreke zêde ji vê girt." 
 
QANÛN NAYÊN SEPANDIN
 
Attîayê bi lêv kir ku civaka Misirê civakeke mêrserwer e û wiha lê zêde kir: "Çendî pîvanên hiqûqê hebin jî, lê di warê pozîsyona pêşengtiyê û erka wê de ev qanûn ji bo jinan nederbasdar in. Jin di vî warî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di warê qanûnî de gelek valahî hene." 
 
JINÊN PENABER
 
Attîayê da zanîn ku ji ber şerên li hin welatên cînar û ereban gelek jinên ji Sûdan, Yemen, Filistîn, Afrîka, Iraq û Sûriyeyê wekî panebar hatine welatê wan û û got ku penaber ne li kampan di nava gel de dijîn. Attîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêyî sînordarkirin hebin bi awayekî azad hîn dibin û dixebitin, lê ji ber pêvajoya hêwirandinê, şer, ewlehî û bêaramiya siyasî ên herî zêde zirarê dibînin dîsa jin in. Pirsgirêka sereke ya jinên penaber û malbatên wan, li gel krîzên derûnî, nebûna jiyaneke biîstiqrar e. Gelên bindest ji bo azadiya xwe û mafên xwe têdikoşin. Em di demên dawî de di warê aborî û manewî de de alîkariya jinn ji SÛriye, Sûdan û Filistînê dikin. Em bi rêya konferansan pirsgirêkên hevpar ên jinan datînin holê û em bi komxebatan jî hewl didin di warê hiqûqî û pratîk de hin tevdîran berpêş bikin." 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME'
 
Attîayê ji bo 25'ê Mijdarê jî ev tişt gotin: "Bi taybetî peyama min ji bo jinên ereb ev e; têkoşîn dê dirêj biajo, lê divê li dijî koçberî, zilm û tundiyê mafên xw ebiparêzin û têkoşîna xw ebidomînin. Divê em li dijî bêîstiqrariyê û dagirkeriyê ya bi destê dewletên rojavayî tê kirin li ber xwe bidin. Em berdewama têkoşîna jinan e ku me bi serbilindî ew dewr girtiye. Pêşketin tenê bi şareistaniya rojavayî r ene sînrodarkirî ye, pêşketina şaristanian xwe disipêre welatên rojhilatê. Herî dawazî ji bo tevahiya jinên cîhanê doza pêşketinê dikim." 
 
MA / Sterk Sutcu-Zemo Aggoz