Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin

  • jin
  • 18:04 23 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Siyasetmedar Gulseren Yildirim ku di panela jinan axivî, bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala û got: "Tecrîd çima ev qas giran tê sepandin? Çimki ji felsefeya birêz Ocalan ditirsin. Lê ev felsefe reh ber dide." 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Midûriyeta Polîtikayan a Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de paneleke jinan li dar xist. Panel li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin. Siyasetmedar Gulseren Yildirim û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel weke axivêr tev li panelê bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li panelê bûn. Di panelê de pankarta “Her ku jin azad dibe civak jî azad dibe” hat daliqandin. 
 
Panel bi xwendina nivîsa ku li ser wate û giringiya 25’ê Mijdarê hatiye nivîsandin destpêkir.  
 
‘EM DI PERGALA HEVSEROKATIYÊ DE ISRAR IN’ 
 
Pişt re aktivîsta TJA’yê Çaglar Demirel axivî. Demîrelê diyar kir ku îro tundiya li ser jinê di her qadên civakî de hatiye birêxistinkirin û wiha axivî: "Têkoşina jinan dê bigihije armanca xwe. Çima em 25 mijdarê li her deveran tînin ziman û em li qadan in? Çimkî di dîrokê de jin her tim tune hatiye hesibandin. Jin di her keliyên jiyanê de rastî tundiyê hatiye. Ev tundî bi destê mêr û dewleta desthilatdar hatiye kirin. Me heta niha çi jiyan kir û em ê li dijî van êrişan bersivek çawa bidin? Em ê li her deverê vê tundiyê teşhîr bikin. Herî zêde tundî li malan li jinan tê kirin. Mêr dibêje ‘bila jin li mala xwe rûnê’, Îktîdar jî hevalbendê heman hişmendiyê ne. Mêr jî û dewlet jî heman difikirin. Lê divê ku em jin van politîkayên bibînin û li ber xwe bidin. Lê em dibêjin ew koletiya ku li me tê ferzkirin em qebûl nakin. Em daxwaza jiyaneke wekhev dikin. Ji dîrokê heta niha jinan her tim azadî xwestiye. Lê mêr dibêje ‘her tişt divê ku li gorî gotina min be’ Em li dijî vê pergala serdest doza jiyaneke hevpar dikin. Em vê daxwaza xwe li her deveran tînin ziman. Dewlet îro dest diavêje her deskeftiyeke jinan. Jinên ku daxwaza azadiyê dikin jì yan tên girtin û yan jî tên kuştin. 
 
Ji bo ku dewlet dibêjin em li ser tunebûna jinê hebûna xwe ava dikin. Li dijî vê hişmendiya ku me tune dihesibîne jin dikarin bi saziyên serbixwe û rêxistinên serbixwe pêşî lê bigerin. Em çima pergala hevserokatiyê diparêzin? Ji ber ku em dibêjin cihê ku jin lê nebe li wir avakirin jî nîn e. Ji ber wê em di hevserokatiyê de bi israr in û ji bo ku di her keliyên  jiyanê de vê pergalê bidin rûniştandin em ê tebikoşin in.” 
 
‘FELSEFEYA OCALAN EM FÊR KIRIN’ 
 
Piştre siyasetmedar Gulseren Yildirim axivî. Yildirimê bal kişand ser giringiya tekoşîna jinan a ku li her deverê tê dayin û wiha got: "Gelê kurd ji ber ku her tim daxwaza  azadiyê kiriye bi qirkirinekî re rû bi rû maye. Beriya niha  haya me ji tiştek nedibû. Lê îro bi saya tevgera azadiya jinê û felsefeya birêz Ocalan em ji her tiştekì agahdar in û xwe birêxistin dikin. Em hêvî û baweriya xwe li ser vê felsefeyê  xurt dikin. Heke ku îro em li Silopiyayê bernameyeke wiha li dar bixin ev di encama vê tekoşînê ye. Xwişkên Mirabel li dijî diktatoran berxwe dan. Em jî weke gelê kurd li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Lê di navbera me de ferqek heye, wan di welatê xwe de li dijî hişmendiya dewleta serdest li ber xwe da, em li dijî  ferzkirina bênasnamebûnê û dewleta serdest berxwe didin. Heke ku ew carekî mafdar bin em gelek ji wan mafdartirin. Çimkî em hem weke jin û hem jî weke gel tune tên hesibandin. Zimanê me, çanda me û hebûna me tune dihesibinin. Ji ber wê divê ku em bizanibin tekoşina ku em didin ne ji rêzê ye.”
 
‘TÊKOŞÎNA JINÊ HEBÛN E,PARADÎGMA YE,FELSEFE YE’ 
 
Yildirimê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha domand: "Dema ku em parlamenter bûn, parlamenterê CHP’ê yên jin ji me re digotin,'Em heyranê felsefeya we jinên kurd in. Çimkî hûn xwedî felsefeyeke wisan in ku her jinê di nava xwe dihewîne.’ Îro hilberîna vê felsefeyê pergala hevserokatiyê ye. Heke ku hevserokatî hate qebûlkirin wê di nava mal de jî, di nava civakê de jî bê qebûlkirin. Heke ku hat qebûlkirin dê bibe xwedî felsefeyeke nûjen. Ji ber wê divê em bizanibin felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ne bi serê xwe derket holê. Ev bi tekoşineke cewherî derkete holê. Modela Rojava ji tevahiya cîhanê re bû hêvî. Jinên kurd ji hemû gelan re bûne hêvî. Her geleke mazlum her keseke ku daxwaza azadiyê dike bejna xwe li ber vê tekoşînê ditewîne. Ji ber ku ev tekoşin hebûne, paradigma û felsefe ye. “
 
‘FELSEFEYA OCALAN KOK DIDE’ 
 
Yildirimê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: "Tecrîd çima ev qas giran tê meşandin. Çimki ji vê felsefeyê ditirsin. Ev felsefeye kok dide, rih dide. Ji ber ku  dizanin nikarin li dijî jinên birêxistinkiri bisekinin û desthilatdariya xwe birêve bibin. Ji ber wê îro birêz Ocalan di bin tecrîtê de dihêlin.“ 
 
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.