Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin

  • jin
  • 09:05 22 Mijdar 2023
  • |
img
 
RIHA - Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Kaxre bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, me jin rizgar kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Em jî wekî jinên ku mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin." 
 
Jinên ku li seranserê cîhanê ji bo azadiyê dadikevin qadan, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hember Jinê ya Navneteweyî de careke din li dijî şer, xizaniyê, tundiya mêr û dewletê dengê xwe bilind dikin. Lê belê li Rojhilata Navîn jin 25'ê Mijdarê di şert û mercên şer de pêşwazî dikin. 
 
Şoreşa Rojavayê ku yek ji têkoşînên destanî yên Rojhilata Navîn e, çarenûsa ku li jinan hatibû ferzkirin serobino kir û pergaleke nû ava kir. Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya li dijî DAIŞ'ê navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin. 
 
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Kaxre, Şoreşa Rojava û hedefgirtina pergala nû nirxand. 
 
'DI PARASTINÊ DE JIN LI REFÊN PÊŞ IN'
 
Kaxre, anî ziman ku YPJ ji nîsana 2012'an ve li hemberî êrişan ji helwesta xwe tawiz nedaye û got ku YPJ li ser esasê xweparastinê hem di warê rêxistinkirinê hem jî di warê bîrdozî û leşkerî de kûr bûye. Kaxre, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hem di dema êrişan de hem jî di xweparastinê de tim li refên pêş in. 
 
'TIRSA DAIŞ'Ê JIN IN'
 
Kaxre, destnîşan kir ku YPJ hem di Şoreşa Rojava de hem jî li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa daye der û got ku têkoşîna jinan DAIŞ'a ku cîhan jê ditirsiya daye sekinandin. Kaxre, axaftina xwe wiha domand: "Cîhan ji DAIŞ'ê, DAIŞ jî jinan ditirsiya." Kaxre, fetwa DAIŞ'ê ku digot "Ger hûn bi destê jinan bên kuştin hûn ê neçin bihuştê" bibîr xist û wiha pê de çû: "Jin û azadiya jinan bûbû tirsa wan a herî mezin. DAIŞ'ê dixwest jinan hepsî malê bike û zarokan bînin dinyayê. Ji ber vê jin revandin û îşkence li wan kirin. Bi vî awayî dixwestin jinan çavtirsandî bikin û wan bitepisînin. Lê li hemberî xwe jinên têkoşer dîtin."
 
Kaxre, bilêv kir ku ji ber ku DAIŞ'ê têk birine û şoreşek li dar xistine bûne hedefa Tirkiyeyê û got ku armanca êrişan têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û jiyana nû ye. 
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ
 
Kaxre, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: "Tirkiye ne tenê di warê leşkerî de, bi metodên şerê taybet jî êrişî me dike. Li dijî vê tenê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê li tevahiya Rojhilata Navîn jin bitêkoşin. Îro li her derê Rojhilata Navînê şer heye. Li vê xakê ên herî zêde tên kuştin û hedef tên girtin jin in. Tiştên di navbera Îsraîl-Filistînê de mînak in. Filistînê li aliyekî warê xwe diparêzin, li aliyê din jî tên qetilkirin. Em ji jinên ku di van êrişan de hedef tên girtin çi hewce be em ê bikin."
 
Kaxre, anî ziman ku têkoşîna jinê rêgezeke damezrîner e û ew bi her awayî girêdayî vê rêgezê ne û got ku di nava YPJ'ê de heya niha zêdetirî 100 tabûr hene. Kaxre, anî ziman ku ew bi feraseta nasnameya jinê têkoşîna xwe didomînin û got ku ev têkoşîn tenê ne ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya jinên cîhanê ye. 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ARÎN Û ZÎLANAN BIDOME'
 
Kaxre, bilêv kir ku ji çar aliyan ve êriş li ser jiyana demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tiştên niha li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî li ber çavan e. Jin tên revandin, rastî destdirêjiyê tên, tên firotin. Ev komkujî ye. Lê çendî cîhan şahidê vê yekê ye jî, tiştekî nake. Jinên li wir her roj rastî destdirêjiyê tên. Em niha ji bo wan jinan têdikoşin. Me bi têkoşîna xwe DAIŞ'ê têk bir û jin azad kirin. Em li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, me jin rizgar kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Em jî wekî jinên ku mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin."