Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir

  • jin
  • 09:02 22 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJAR'ê Rojîn Mukriyaniyê diyar kir ku 'jin, jiyan, azadî'yê rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir û got: "Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin." 

 
Li Îranê tevî hemû astengiyên rejîmê yên li ber rêxistina nasnameyên cuda jî, jin û komên kêmar bi awayekî veşarî xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî tevî hemû zext û astengiyan hebûna xwe didomîne. Endama KJAR'ê û xwendekara doktorayê ya College Corkê Rojîn Mukriyanî, berxwedana jinan a li Îranê nirxand. 
 
JIN WEKÎ HEVWELATÎ NAYÊN HESIBANDIN
 
Mukriyaniyê diyar kir ku hikûmeta Îranê li ser esasê netewperestiya mêrserwer a şiîyên Îranê hatiye avakirin û got ku ev jî tê wateya ku rejîma Îranê neteweyên din di warê maf û azadiyên bingehîn de red dike. Mukriyanê wiha domand: "Lewma dewleta Îranê jinan wekî hevwelatiyan nahesibîne. Heman tişt ji bo kurd û belûcan jî derbasdar e. Qanûnên îranê li ser navê xwe bi dengekî bilind diaxivin. Mesela li gor destûra bingehîn a rejîma Îranê, jiyana jinekê bedêlî nîviyê mêrekî ye." 
 
‘KJAR RÊXISTINEKE SÎWANÎ YE'
 
Mukriyaniyê diyar kir ku tevî hemû zextên rejîmê jî jin bi veşarî xwe birêxistin dikin û wiha pê de çû: "Rejîma Îranê bi tu awayî destûra pêkhateyeke rêxistinî nade. Yanî gelek jin bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin dikin. Ne pêkan e ku em rave bikin ku rêxistinên  veşarî çawa ji bo rêxistinkirina jinan alîkariyê dikin. Lê em li Rojhilatê Kurdistanê wekî jinên kurd, rêxistinbûyîneke me ya taybet heye. Piranî jê li derveyî Rojhilatê dixebitin. Yek ji van rêxistinan jî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ye." 
 
Mukriyaniyê da zanîn ku KJAR rêxistineke sîwanî ye ku jinan bi rêxistin dike û wiha lê zêde kir: "Armanca wê pêkanîna fikra Konfederalîzma Demokratîk û jiholêrakirina tehekum û zextên li ser jinan e." 
 
‘TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ ÇALAK E'
 
Mukriyaniyê da zanîn ku KJAR li her çar beşên Kurdistanê û Ewropayê xebatên xwe bi rê ve dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "KJAR, yeqîn dike ku sepandina Konfederalîzma Demokratîk bi rêxistinkirina jinan û civakê pêkan e. Lewma hin endamên KJAR'ê li Îran û Rojhilatê jî çalak in. Mînakeke vê jî Warisheh Moradî bû. Warisheh Moradî di dema tevgera şoreşger a 'jin, jiyan, azadî'yê de li Rojhilatê bû. Moradî, di 1'ê tebaxa 2023'yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li texma Senandejê hat revandin. Ji wê gavê heya niha tu xeber jê nayê girtin. Yanî li Îranê xebat ne hêsan e." 
 
Mukriyaniyê bal kişand ser berxwedana ku piştî kuştina Jîna Emîniyê dest pê kir û got: "Ev êriş li Rojhilatê û seranserê Îranê di bin alaya 'jin, jiyan, azadî'yê de rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir. Ev tevgera şoreşger ku jinan pêşengiya wê kir, ne reformeke di nava pergalê de ye. Ev tevger, ji bo guherîneke mayinde ya di warê aborî, civakî û polîtîk de. Şoreşeke ku pêşî xwest guherînê di feraseta civakê de bike. Gava mirov di vî warî de lê mêze bike, mirov dikare jê re bibêje şoreşeke çandî ye. Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin." 
 
Mukriyanê bilêv kir ku kesên pêşengiya şoreşê kirine hedef tên girtin û bal kişand ser kesên di dema çalakiyan de hatin qetilkirin. Mukriyanê bal kişand ser jehrîkirina li dibistanan jî û got ku jin heya vê pergalê neguherînin dê nesekinin. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû