Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin

  • jin
  • 15:43 21 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re qert hatin şandin û bi çêkirina zincîra mor navên jinên hatin qetilkirin hatin xwendin. 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî li bajarên cuda aktîvîte hatin kirin. 
 
Li Amedê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de ji jinên girtî re qert hatin şandin. Rêveberên HEDEP’ê, Komeleya Jinan a Rosayê, MED TUHAD-FED’ê jî ji bo qert şandinê hatin ber PTT’ya li navçeya Rezan a Amedê. 
 
Beriya şandina qertan daxuyanî hate dayîn. Di dema daxuyaniyê de pankarta “Bi Jin, Jiyan, Azadiye Ber Bi 25’e Mijdarê ve” hate vekirin û her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Endama Desteya Rêveberiya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier a daxuyanî da, anî ziman ku jin di felsefeya “Jin jiyan azadî” de bûne yek û wiha got: “Li her qadê tundî li jinan tê kirin û tevî biryara parastinê li qadên ji cemaweriyê re vekirîne re tên qetilkirin. Li aliyê din parazvanên mafên jinan ên bi tundiyê re têdikoşin, rojnamevan û siyasetmedar tên girtin. Desthilat jinên ku li qadên siyasî, civakî, taybet û cemaweriyê dibin xwedî gotin weke gefekê dibîne û dixwaze jinê li malê hefs bike û hewl dide bi tacîza darazê bêdeng bike.”
 
‘EM Ê ZEXTAN QEBÛL NEKIN’ 
 
Nazlier, diyar kir ku weke jinan dê li dijî polîtîkayên tacîz, tecawiz û zextê yên li wan tên ferzkirin têbikoşin û wiha berdewam kir: “Em bi hişmendiya ku jiyana demokratîk û azad bi azadiya jinê pêkan e dev ji maf û azadiya xwe bernadin. Li dijî serdestiya mêr a li ser beden û jiyana jinê, li dijî tundiya dewletê ya ku tundiya mêr rewa dike; Em careke din dibêjin ku em ê li malê kolanan û di her qadên jiyanê de têkoşînê bidomînin û hemû jinên li dijî tundiya dewletê û mêr a li ser jinê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.”
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hate kirin jin ketin hundir û ji jinên girtî re qert şandin. 
 
LI ŞIRNEXÊ ZINCÎRA MOR HATE ÇÊKIRIN 
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) zincîra mor çêkirin û navên Leyla Karaaslan, Nagihan Akarsel, Evîn Goyî, Firdevs Babat û gelek jinên din ku ji aliyê dewletê û mêran ve hatine qetilkirin hatin xwendin û wêneyên wan hatin hilgirtin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HEDEP ê navend û navçeyan û gelek jin tev li aktivîteya ku li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Navçeyê hate lidarxistin bûn. 
 
Jinan yek bi yek navên jinên ku hatine qetilkirin xwendin û bersûcê jinan pirsîn. Bernameya jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê jî ji aliyê Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniya ku li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê hat dayîn li salonê pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştî, jiyan û mafê xwe diparêzin” hat daliqandin. Metna çapemeniyê ya hat amadekirin ji aliyê Sekretera Jinan ya Şaxa TUM BELSEN a Mersînê Cano Serpîn ve hat xwendin.
 
POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ YÊN DARAZA MÊR REWA DIKE
 
Serpîn bal kişand ser şerên li cîhan û Rojhilata Navîn rû didin û diyar kir ku di van şeran de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Serpîn, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ya paşverû, yekperst û zayendperest bi nîqaşkirina qanûna bi hejmara 6284’an polîtîkayên necezakirinê yên daraza mêr rewa dike. Serpîn, diyar kir ku tundiya mêran bêceza tê hiştin û jinên ku jiyana xwe diparêzin bi cezayên giran re rûbirû dimînin. Serpîn, xwest ku polîtîkayên ku pirsgirêkan çareser dikin bên meşandin û hemû teşeyên tundiya li ser jinê ji holê bê rakirin. 
 
Serpîn axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî kir.