Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin

  • jin
  • 14:32 17 Mijdar 2023
  • |
img
EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. 
 
Endamên Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li ber şaxa PTT’ê ya Cumhuriyetê kom bûn û ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. 
 
Beriya şandina kartan Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Edeneyê Belgîn Işik daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û ew di şexsê Xwişkên Mirabel de hemû jinên di oxira têkoşîna demokrasî, azadî, aştî û mafên mirovan de hatine girtin û qetilkirin bi bîr tînin û silav dikin û em kartên piştevaniyê bo jinên girtî dişînin.