Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû

  • jin
  • 15:35 5 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Di atolyeyê têkel ên TJA’yê yên Stenbolê de mijarên tecrîd û polîtîkayên şerê taybet hatin nîqaşkirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” de li navçeyên Umraniye û Bagcilarê yên Stenbolê atolyeyên têkel li dar xistin. Di atolyeyan de mijarên weke tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, zanebûniya zayendê û zîhniyeta nêrza hatin nîqaşkirin. 
 
BAGCILAR 
 
Atolye li avahiya Rêxistin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat lidarxistin. Li eywana atolyeyê wêneyên Nagihan Akarsel, Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef û Jîna Emînî hatin daliqandin. Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem di atolyeyê de axivî û bal kişand ser xebatên TJA’yê. Erdem, wiha got: “TJA her tim bû tevgereke wisa ku hem xwe hem jî yên li hemberî xwe guherand. TJA’yê gelek kampanya li dar xist. Di van kampanyayan de hewl da civakê biguherîne û veguherîne. Bi kurt û kurmancî TJA’yê di kampanyayên xwe de ne tenê jin, her wiha mêr, civak û birêz Ocalan jî xist rojeva xwe. Weke mînak; kampanyaya ‘Xwe biparêze’ hate destpêkirin. Li wê derê ne tenê jin, li gel rêhevalên me yên mêr me li ser pirsa ‘em dikarin xwe çawa biparêzin’ nîqaş meşandin.” 
 
‘TECRÎD LI GELÊ KURD TÊ FERZKIRIN’ 
 
Bi domdarî Erdem got ku kampanyaya  "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” jî di vê çarçoveyê de hatiye destpêkirin û lingê ewil ê kampanyayê perwerde ye. Erdem, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd tê wê wateyê ku têkiliya mirovekî bi temamî ji jiyanê re tê qutkirin û hêdî hêdî dikuje. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, tecrîdeke ji bo şexsekî taybet e. Îktîdarê her hûrgiliyê wê fikiriye û wisa disepîne. Me berê digot ku tecrîd di şexsê Ocalan de tê ferzkirin. Di demên dawî de em dibînin ku di şexsê birêz Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin. Birêz Ocalan, ev yek pir zû de tespît kiribû. Wî gotibû; ‘di şexsê min de gelê kurd tê tecrîdkirin.” 
 
Piştre jî beşdarên din nîqaşên xwe meşandin. Di nîqaşan de têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo ziman, çand û nasnameyê hate nirxandin. Her wiha sernavê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di nîqaşan de derket pêş. Yek mijarên din ên nîqaş li ser hatiye meşandin jî polÎtîkayên şerê taybet bû. 
 
UMRANIYE
 
Atolyeya li Umraniyeyê jî li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya navçeyê hat lidarxistin. Di atolyeyê de heman mijar hatin nîqaşkirin. Gelek kes tev li atolyeya vê derê bûn. Her wiha Hevberdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû jî tev li atolyeyê bû.