Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike

  • jin
  • 10:39 5 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de aktîvîstên TJA’yê jî di nav de 10 jê girtî bi giştî derheqê 22 jinan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 7-9’ê cotmehê de dest pê bike. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) pêla binçavkirinê hatibû destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiayên “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatibû destpêkirin û di encama serdegirtinên malan ên di 29’ê mijdara 2022’yan ên li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê de 22 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên binçavkirî 10 jê bi heman îdiayan hatin girtin û 12 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di îdianameya hatiye amadekirin de ji bo 22 jinan heta 935 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha di îdianameyê de îfadeyên şahidên nepen ên di Doza Kobanê û SES’ê de jî hene. Tevlibûna jinan a çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê jî weke sûc hatine nîşandan. Danişîna ewil a dozê dê di navbera 7-9’ê mijdarê de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin.
 
25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di nirxandina îdianameyê de biryara bêrayetiyê da û dosya şand Amedê. Dadgeha eleqedar a Amedê jî bi hinceta ku hemû xebatên der barê dosyayê de ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hatiye kirin, biryara bêrayetiyê da. Dadgeha Bilind a ku li ser navê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê der barê rewşa navborî de biryar da, bi yek dengî biryara bêrayetiyê ya 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê betal kir. 
 
Aysel Ceylan, Bedîa Akkaya, Hulya Kînagû, Gulîstan Dehşet, Amîne Demîr Çoban, Mekiye Ormancî, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Hatîce Gungor ên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin. Jinên sendîkavan ji bo tevlibûna danişîna ewil a dozê bang kirin. 
 
‘LI SER ÎFADEYA YEKÎ NEDIYAR HATIN GIRTIN’
 
Endama Odeya Şêwirmendên Darayî ya Amedê Sema Koç diyar kir ku hemû jin hedef tên girtin û wiha got: “Yên herî zêde ji bo azadiya civakê têdikoşin jin in û herî zêde ew dibin dengê gel. Em ji bo neteweya demokratîk têkoşîneke mezin didin. Lewma em jin dibin hedefa yekemîn. Di vê dosyayê de gelek hevalên me ji ber îfadeyên şahidekî nepen hatin girtin. Ev nêzî 4 meh in ji dosyayê em tu agahiyan nagirin. Dosyaya îdianameyê nehat vekirin, îdianame zelal nebû. Daxwaza me ew e ku hevalên me bên berdan. Em bang li hemû sazî û nûnertiyên jinan dikin ku tev li danişînê bibin.”
 
‘SEDEMA ÊRÎŞAN HILBERÎN Û PÊŞXISTINA JINÊ YE’
 
Ji endamên odeyê Songul Îpek jî destnîşan kir ku dewlet ji jinan ditirse û sedema wê jî weke hilberîn, veguherîn û pêşxistina jinan nîşan da. Îpek, anî ziman ku pergala serdest a mêr xwe bi vî rengî afirandiye û bi vî rengî hebûna xwe didomîne lewma hewl dide bi rêya bêdengkirin, çewisandin, girtin û tunehesibandinê hebûna xwe bidomîne. Îpek, wiha pê de çû: “Bi rêya tirs û bêdengkirinê hewl didin afirînerî û wêrekiya jinê tune bikin. Çawa ku jinan di dîrokê de li dijî zext, bêrûmetî û zilmê li ber xwe dan, dê dîsa heman tiştî bikin. Fikr, di nava çar dîwaran de nayên girtin. Dê bi her awayî hebûna xwe bidomînin. Ez di wê baweriyê de me ku hevalên me dê azad bibin. Heke neyên berdan jî dê bi berxwedan, piştgirî û hewldanan bi ser bikevin.”
 
‘BILA HEVALÊN ME TAVILÊ BÊN BERDAN’
 
Têkildarî mijarê ji endamên odeyê Fîgen Mamedoglû Alp jî bi bîr xist ku endam û rêvebera odeya wan Amîne Demîr jî girtî ye û wiha derbirî: “Hêj jî ji ber îfadeyên şahidên nepen û sedemên nediyar tên girtin. Dê di 7’ê mijdarê de bên darizandin. Em dixwazin tavilê bên berdan. Jinan bêhêz dibînin lê jin li her qadê bihêz in.” 
 
MA / Eylem Akdag-Bazîd Evren