Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve

  • jin
  • 11:07 1 Mijdar 2023
  • |
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê da. Turkoglû diyar kir ku Kobanê, çirûska serhildan û têkoşîna jinan e û wiha got: “Li Kobanê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin û dê tu êriş û tu hêz nekarin Kobanê têk bibin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Turkoglû bi bîr xist ku li dijî DAIŞ’ê 9 sal berê li Kobanê berxwedaneke destanî hatiye raberkirin û got ku Kobanê çirûska serhildan û têkoşîna jinan e. 
 
‘YÊN DIXWESTIN KOBANÊ BIKEVE DAXWAZA WAN DI QIRIKA WAN DE MA’ 
 
Bi domdarî Turkoglû diyar kir ku Kobanê navê têkoşîna rêhevaltiyê, rêxistinbûyina jinan e û ev tişt anî ziman: “Ev jin li ser sînorên bi dîwaran hatine hûnandin hatin gel hev. Li ser axa Kobanê bi têkoşîneke enternasyonal şoreş şîn bû. Ev têkoşîna wekî destanekê ji bo hemû jinên li cîhanê bû feyzek. Kesên gotin wê Kobanê bikeve, daxwaza wan di qirika wan de ma. Bila 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dîsa li me hemûyan pîroz be. Em silavên xwe ji bo jinên Kobanê yên li dora felfeseya 'Jin jiyan azadî' kom bûn, dişînin." 
 
‘LI KOBANÊ BI PÊŞENGTIYA JINAN JIYANEKE NÛ HAT AVAKIRIN’
 
Di berdewamê de Turkoglû anî ziman ku li Kobanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nû hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundên komun ên jinan, kooperatîf û akademiyên jinan hatin avakirin. Li Kobanê bi her awayî pêvajoya avakirinê didome. Lê belê li dijî statûya li Kobanê hat bidestxistin bêtehemûliyek heye. Lewma jî êrişên îktidarê didomin. Bi kîn û dijminatiyekê bêdawî xelkê Kobanê hedef digirin. Cihên sîvîlan bombebaran dikin û dixwazin bi vî rengî vê axê bêmirov bihêlin. Di serî de jin, xelkê Kobanê jiyaneke nû ava dike lê ji aliyekî ve jî li dijî êrişên AKP-MHP'ê serhildana xwe didomînin. Ev êrişana nîşaneya bêtehemûliya li hemberî destkeftî û statûya gelê kurd e." 
 
‘TU HÊZ DÊ NEKARIN KOBANÊ BIXIN’
 
Turkoglû, diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê her carê bi hinceteke cuda Kobanê hedef digire û wiha pê de çû: “Em careke din bi bîra îktîdarê tînin; em ê tu carî dev ji piştevaniya bi jinên Kobanê re bernedin. Hûn bi hemû alavên xwe yên şer êriş bikin jî hûn e nikaribin Kobanê bixin. Wekî ku we 9 sal berê nikaribû bixista. Ji ber ku Kobanê baxçeyê gelan e, keda jinan û serhildanan jinan e. Wê tu hêz li hemberî îradeya jinên dawî li zilma DAIŞ'ê anî, bi ser nekeve."
 
‘DOZA KOMPASÊ YA KOBANÊ’
 
Halîde Turkoglû bi domdarî bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: “Weke her kes dizane, di 2014'an de li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê ji bo piştevaniyê çalakî hatin lidarxistin. Li her aliyê cîhanê serhildana Kobanê hat silavkirin, bang hat kirin û 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Îktidara AKP-MHP'ê jî 6 sal şûnde Doza Kompasê ya Kobanê vekir. Vê yekê têr nekir ev doz wekî hinceta girtina partiya me nîşan da. Bi îdianameyên ne rast û bi îfadeyên şahidên veşartî derket holê ku ev doza kompasê ye. Kesên nêzî îktidarê, bûn serokên şandeya dadgehê. Têkiliyên bi rêxistinên sûc ên serokê şandeya dadgehê hat îfşakirin. Lewma jî serokekê dinê ji bo dadgehê hat hilbijartin. Derket holê ku beyanên şahidên veşartî xwe naspêre esasên şênber. Di vê dozê de gelek skandalên hiqûqî derketin holê lê tevî hemû gendeliyan jî ev doz didome.
 
MÎNA KOBANÊ Û ŞENGALÊ DÊ DI VÊ DOZÊ DE JÎ JIN BI SER KEVIN
 
Lîstika li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin, bi parastina hevalên me yên jin ên ji vê dozê dihatin darizandin hat astengkirin. Hevalên me di her danişîna xwe de desthilatdariya serdest a mêr didarizînin. Dijminatiya dewleta serdest a mêr a li hemberî kurdan dewam dike. Em jî û hevalên me jî li hundir an jî li derve ferq nake. Em dest ji gotina 'Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye' bernadin. Em ê kêliyekê jî dest ji hevkariya bi jinên Kobanê re bernedin. Mîna li Kobanê û Şengalê, di vê dozê de jî wê jin bi ser kevin. Em ê bi ser kevin. Ji ber ku em rast in. Em ne li kêleka kesên sûcê mirovahiyê dikin, li aliyê jinên li dijî vî sûcî têdikoşin in.
 
YÊN KU ERIŞÎ KOBANÊ Û DESTKEFTIYÊN JINAN DIKIN DÊ TÊK BIÇIN
 
Yên ku modela jiyana nû ya di pêşengiya jinan de li Kobanê jiyanî kirin, dan zanîn ku rêya 3'yemîn li ser axa Kobanê pêkan e. Rêya 3'yemîn ji bo kesên ku bi fikra komara demokratîk re dibin yek û di jiyana hevpar de israr dikin modela berxwedanê afirand. Kobanê; nîşaneya wê yekê ye ku dibêje jiyaneke wekhev, adilane û hevpar a bi gelan re pêkan e. Tu hêz, tu tank, tu çek nikarin vê şoreşa ku bi ked û bedelên mezin pêk hatiye têk bibin. Di vê çarçoveyê de banga me ji hemû jina ye; werin em bi hev re li dijî êrişên ser Kobanê têbkoşîn û xwe birêxistin bikin. Werin em piştevaniya xwe ya bi hevrêyên xwe yên jin re zêde bikin ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û ji ber piştevaniya bi jinên Kobanê re tên darizandin. Em soza xwe ya ji bo jinên efsanewî yên Kobanê ku îlhama têkoşîna me ne, dubare dikin. Soza me ya ji bo Arîn, Kader, Sîbel, Hevrîn Xelef û hemû jinên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Kobanê neket û nakeve. Yên ku êrişî Kobanê û destkeftiyên jinan ên li Kobanê dikin dê bikevin.”