Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir

  • jin
  • 09:14 28 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Mamosteya resman Nesrîn Ilgoz ku atolyeya hunerê vekir, diyar kir ku ew li dijî pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ye û ji ber vê wê tiştekî wisa kiriye.

Li Mêrsînê, mamosteya resman Nesrîn Ilgoz, hewl dide aktîvîteyên hunerî bike perçeyeke jiyana mirovan. Ilgoz, bi lêv kir ku du salan li dibistanên taybet ên li Anamûra navçeya Aydincikê xebitiye, lê belê ji ber sînordarkiirinên pergala perwerdehiyê wê dev ji mamostetiyê berdaye. Ilgoz, got, li sektorên taybet huner di nav qalibekî de ye. 
 
‘JI BO BI AWAYEKÎ AZAD XWE BILÊV BIKIM’ 
 
Ilgoz, anî ziman ku dibistanên taybet jî di nav de li gelek saziyên perwerdehiyê huner wekî rewşeke fedîkar tê dîtin, lê belê ji bo ew xwe bi awayekî azad bîne ziman wê atolyeya hunerê vekiriye. Ilgoz, diyar kir ku ji ber ku ew li dijî pergala perwerdehiyê  ye wê tiştekî wisa kiriye. 
 
'XEYALA MIN A ZAROKATIYÊ YE’ 
 
Ilgoz, diyar kir ku di zarokatiya wê de meraqa wê ya ji bo hunerê çêbûye û di vî warî de herî zêde bavê wê destek daye wê. Ilgoz, diyar kir ku wê heta niha gelek berhemên hunerî çêkirine û ji zarokatiya xwe ve wê her xeyal kiribû ku atolyeyeke wê ya hunerê hebe. Ilgoz: “Ji bo di warê hunerî de tiştekî li jiyana mirovan zêde bikim, min kargeha xwe vekir. Vekirina cihekî wisa ji bo min baştir bû. Ez li vir kêfxweş im. Mirov saziyan tenê ne mamoste ye. Mayîna li saziyên perwerdehiyê dibe ku tercîha mirovan be. Lê ne tercîha min e. Ez dixwazim bi vî awayî li cihekî azad bim.” 
 
'EZ Ê QURSAN VEKIM’ 
 
Ilgoz, diyar kir ku gelek kes teklîf lê dikin ku qursên hunerî vebike û ew ê di rojên pêş de qursan vebike. Her wiha Ilgoz, diyar kir ku ew ê berhemên xwe jî di pêş de pêşkeş bike û ew ê aktîvîteyên resman, peykaran û wekî din jî çêbike. 
 
'POTANSIYELA ME YA JINAN HEYE’ 
 
Ilgoz, diya kir ku ji ber jin e, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne, lê belê beriya her tiştî divê jin bi xwe bawer bin û bitêkoşin. Ilgoz got: “Tu tiştek tune ye ku jin ji derheqê wê derkeve. Dema jin bi xwe bawer bin dê ji derheqê her tiştî derkevin. Bila jin xwe di quncikan de veneşêrin. Potansiyela jinan zêde ye. Divê li hemberî çewisandinên li wan tên ferzkirin bitêkoşin û dev ji xwe bernedin.” 
 
MA / Ergin Çaglar