Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot

  • jin
  • 09:13 26 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Adle Samûr a 63 salî ku di binçavan de rastî muameleyeke xirab hat, diyar kir ku li nezaretxaneya midûriyeta polîsan û di têketina girtîgehê de rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û 7 mehan bê delîl di girtîgehê de hatiye hiştin. 
 
Di 24'ê sibatê de li mezrika Karacûrûn a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûs a Rihayê, Sitki Kûrtoglû ku hat gotin PKK'yî ye û leşker pev çûn. Piştî pevçûnê 7 kes hatin binçavkirin. Di operasyoan binçavkirinê ya di 2'yê adarê de Mehmet Samûr û hevjîna wî Adle Samûr rastî muameleyeke xirab hatin. Adle Samûr a 63 salî ku hem li Midûriyeta Polîsan a Rihayê hem jî li Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hat, di 23'yê îlona 2023'yan de, di danişîna ewil a li 5'emîn Dadgeha Cezayên a Rihayê de hat berdan. Samûrê behsa îşkenceya lê hatiye kirin kir. 
 
ÎŞKENCE
 
Samûrê bilêv kir ku di 2'yê Adarê saet di 5'ê sibehê de leşkerên birûpoş avêtine ser mala wan û got: "Bi çekên lûledirêj ektin hundir û em serdevkî li erdê dirêj kirin. Nehiştin ez avê jî vexwim. Li îskana di destê min de xistin û avê rijandin." Samûrê diyar kir ku leşkeran ew xistiye odeyekê û dest bi îşkenceyê kirine û wiha pê de çû: "Ez xitim odeyekê û serdevkî dirêj kirin. Piştî ez serdvekî dirêj kirim, paşê bi şîşên hesinî li min xistin. Platîn di lingê min de ye. Li nigê min ê biplatîn xistin. Ên li min dixistin digotin, 'em ê te bikujin.' Min jî ji wan re digot 'min bikujin.' Ezli feleqê xistim û heya bin nigê min werimîn lêxistin. Keyayê gund û azayê wî hatibûn. Wan jî bi çavê xwe dît, lê tiştek negotin. Îşkence li derve jî domand. Hevjînê min Mehmet Samûr jî îşkence kiribûn. Li eniya wî birîneke kûr hebû. Ber çavên wî mor bûbûn. Min hewl da biaxivim, lê nehiştin. Hevjînê min birin xistin wesayîtekê. Çek spartin serê keça min, hin agahî dixwestin. Gotin, 'ger tu nebêjî em ê te bikujin.' Lê haya keça min ji tu tiştî tune bû." 
 
GEFXWARIN
 
Samûrê diyar kir ku paşê wê li wesayîteke xirxî kirine û birine Midûriyeta Polîsan a Rihayê û got ku jê xwestine ku wêneyê kesên ew wan nas nake teşxîs bike. Samûrê anî ziman ku li midûriyeta polîsan bi îşkenceyê gef lê hatine xwarin û got: "Gava min got ez wan nas nakim, ji min re gotin 'derewan neke.' Ji ber ku parêzerên me hatin, em birin qata jorê. Îşkence bi vî awayî bi dawî bû. Min nikaribû hefteyekê nigê xwe deyne erdê." 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Samûrê bilêv kir ku li nezaretxaneyê û li têketina girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatiye. Samûrê destnîşan kir ku ji ber ku keçeke wê û 2 kurên wê tevlî PKK'ê bûne hedef hatine girtin û wiha domand: "Di sala 2018'an de, di şîna kurê min Baran de avêtibûn ser mala me û hevjînê min û gelek kes hatibûn binçavkirin. Me li ber mala xwe şîn danîbû, lê nehiştin. Çek berdan mala me û paşê qewanên fîşekan kom kiribûn. Di salekê de 3 caran avêtin ser mala me û her derî serobino kiribûn. Ez gilîdar im. Bê delîl ez 7 mehan di girtîgehê de hiştim. Êdî bila dest ji me berdin." 
 
Fadil Samûr ê 48 salî ku piştî dê û bavên wî hatin girtin ji Edeneyê vegeriya gund û li erd û heywanên dê û bavên xwe mêze kir, diyar kir ku beriya danişîna dê û bavên wî bi du rojan leşkeran nîvê şevê avêtiye ser mala wan û gotine "giliyê we hatiye kirin." Samûr wiha axivî: "A rast ji ber danişîn nêz bûbû, avêtin ser malê. Ji bo delîlan çêbikin. Ji me re gotin, derdor ji ber qelebalixiya we nerihet dibe. Lê halbûkî mala me gelekî dûrî gund e, cîranên me tune ne. Em biqîrin jî dengê me nagihîje kesî. Tew wê rojê zarokên min di xew de bûn û ez û hevjîna xwe jî li ber xewê bûn. Ji min re gotin, 'me dê û bavên te girtin, baqil be yan na em ê te jî bigirin.' Min jî got, ger sûcekî min hebe bigirin, lê min çi kiriye? Dixwazin bi çewisandinên wiha me çavtirsandî bikin û derûniya me xirab bikin. Dixwazin em koç bikin. Lê em ê koç nekin. Bê delîl dêya min 7 mehan di girtîgehê de ma û bavê min hê jî girtiye. Ez dixwazim rojek berî rojekê bavê min bê berdan." 
 
MA / Emrûllah Acar