Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e

  • jin
  • 09:06 26 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Dilxwaza EŞÎK'ê Ozgul Kaptanê ku têkildarî guherandina "hiqûqa malbatê" axivî, anî ziman ku gava piştî vê jî dê Efxanistan be. 
 
Tifaqa AKP-MHP'ê ji aliyekî ve destûreke bingehîn a nû aniye rojevê, ji aliyê din ve jî, qanûna parastina malbatê û pêşîgirtina li ber tundiya li jinê ya jimare 6284'an hedef digire. Desthilata AKP'ê bi vekirina meclisê re da der ku dê di Qanûna Medeniyê de, di warê mafên nefeqe, navbeynkarî û pergala malbatê de hin guherînan bike. Dilxwaza Platforma Ji Bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Ozgul Kaptan ku li dijş polîtîkayên dijberî jinan bi nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li meclisê re hevdîtin kir, daxuyaniyên ji bo "destûra bingehîn a nû" û polîtîkayên desthilatê yên li dijî jinan nirxandin. 
 
Kaptanê diyar kir ku êrişên desthilatê yên li hemberî jinan ne nû ne û betalkirina Peymana Stenbolê bibîr xist. Kaptanê bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ku gotibû "Em ê Qanûna Malbatê ji nû ve çêbikin" ev tişt gotin: "Desthilat beriya hilbijartinên giştî xwest xalên 24 û 41'emîn ên Destûra Bingehîn biguherîne, lê rastî berxwedaneke mezin hat. Niha jî behsa guherandina temamiya Destûra Bingehîn dike. Ev desthilat di serdema xwe de bi giştî 19 caran hin guherîn di Destûra Bingehîn a 1982'yan de kiriye. Desthilata ku tevî van guherînan jî her roj Destûra Bingehîn binpê dike, nikare destûreke bingehîn a nû çêbike."
 
‘DÊ TUNDIYA LI HEMBERÎ JINÊN GUR BIKE'
 
Kaptanê diyar kir ku bi gotina çêkirina destûreke bingehîn a nû, tê xwestin ku Tirkiye ji pergala hiqûqê ya gerdûnî bê veqetandin û got ku Qanûna Medeniyê destkeftiyeke jinan e. Kaptanê destnîşan kir ku hedefgirtina Qanûna Medeniyê êrişeke mezin a li mafên jinan e û got ku armanca vê êrişê jî hedefgirtina mafê nefeqeyê ye. Kaptanê diyar kir ku dê pergala "navbeynkariyê" ya ku Wezîrê Dadê ew daxuyand, tundiya li hemberî jinê gurtir bike.
 
Kaptanê diyar kir ku guherînên der barê hiqûqa malbatê de tenê jinan eleqedar nake û got ku ev rewşeke ku hemû derdorên civakî eleqedar dike. Kaptanê ku got "destjêberdena ji wekheviya jin û mêr, vegera li hiqûqa sedsal berê ye û gava piştî wê jî Efxanistan-Îran e" destnîşan kir ku bi van pêkanînan armanc jiholêrakirina laîkiyê ye. Kaptanê diyar kir ku ji roja ku mafê nefeqeyê yê jinan bûye cihê nîqaşê heya niha, jin di warê wergirtina nefeqeyê de zehmetiyê dikişînin û bal kişand ser lêkolîna Baroya Amedê û got ku di 85 dosyeyên destjêberdanê de jin dest ji mafê nefeqeyê berdane. 
 
Kaptanê bilêv kir ku wekî EŞÎK'ê hevdîtin bi hemû parlementerên jin ên partiyên siyasî re kirine û piştî hilbijartinan dest bi xebatan kirine û got ku dê der barê xebatên meclisê de bi awayekî perîyodîk raporan belav bikin. Kaptanê diyar kir ku di heyama nû de hewl didin bi rêya parlementeran jinan daxilî nava pêvajoyê bikin. 
 
Kaptanê yeko yekî bal kişand ser nîqaş û pêşniyazên hatine kirin. 
 
MA/ Esra Solîn Dal