Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin

  • jin
  • 11:32 20 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnivîska Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” li zimanê fransî hate wergerandin û weşandin. 
 
Yekemîn Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya jin a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz e. Rojnivîska Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” ku di navbera 1995-1997’an de nivîsandiye, ji hêla Les Éditions d’en Basê ve li zimanê fransî hate wergerandin. 
 
Danasîna pirtûkê dê di 29’ê îlonê de li Le Pavillon a bajarê Lozanê ya Swîsreyê saet di 18:00’an de were kirin. Edîtorên Les Éditions d’en Basê Pascal Cottin û Jean Richard û midûrê Musée des Beaux Arts’ê yê berê Bernard Fibicher dê weke axêver tev li bibin. 
 
GURBETELLÎ ERSOZ 
 
Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya jin a ewil a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz bû. Dema Gerînendeya Weşanê ya Ozgur Gundemê dikir, hate girtin û îşkence lê hate kirin. Piştre jî tev li refên PKK’ê bû. Ersoz, di pêvajoya şerê di navbera salên 1995-1997’an de rojnivîska bîranîn, helbest û xwerexnekirinan girt. Rojnivîska wê bi navê “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” hate weşandin. Gurbetellî Ersoz di 32 saliya xwe di pevçûneke 8’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da.