Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e

  • jin
  • 10:08 13 Îlon 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinan bertek nîşanî berdana yek jê cerdevan sê faîlên tecawizê da û diyar kirin ku tiştên qewimîne ji polîtîkayên şerê taybet qut nîn in û gotin: “Berdana van kesan cesaretê dide kirina sûcên bi vî rengî.” 
 
Li Mêrdînê cerdevanê bi navê Yakup A. û hevalên xwe Çetîn T., Harûn Y. û Suud Ç., ji ber bi awayek sîstematîk tecawizî jinek 22 salî kirin e der barê wan de gilî hatibû kirin. Piştî ku her sê faîl hatin binçavkirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê ve bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin û dû re jî hatin berdan. 
 
Dadgeriyê der barê her sê faîlan de tenê biryara qedexeya derketina derveyî welat da. 
 
FAÎLAN PARASTINÊN SOSRET KIRIN 
 
Ji faîlan Suud O., bi îfadeya “li ser riza xwe” û Çetîn T., jî bi îfadeya “îftira” xwe parastin. Cerdevan Yakûp A. jî bi îfadeya “min çûna wê ya serê çiya asteng kir” xwe parast û îdia kir ku jina ciwan “îftîra” lê kiriye. 
 
Parêzerên jin îtîrazî biryara berdana faîlan dan û xwestin faîl bên girtin. Hat zanîn ku jina ciwan jî hildane bin parastinê. 
 
BEDENA JINAN DIKIN HEDEF 
 
Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç da zanîn ku li beden û jiyana jinek ciwan êriş hatiye kirin û wiha got: “Me di encama lêkolîna dosyeyê de fêm kir ku jinek ciwan bi êrişa zayendî ya sê zilaman re rû bi rû maye. Jina ciwan bi destê faîlan û darazê hatiye mexdûrkirin. Tevî beyanên xwedî helwest, eşkere û şênber ên vê jina ciwan jî sûcdar hatin berdan. Divê ev jina ciwan were parastin. Ev sûcdar ango faîl ji ber ku bi destê darazê tên berdan cesaret digirin û lewma dikarin sûcên cuda jî bikin.” 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ 
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran û endama Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Bêrîvan Guneş jî anî ziman ku salên dirêj in li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ku tên ferzkirin û sepandin faîlên tecawiz û tacîzê bi bêcezahiştinê tên parastin. Guneş da zanîn ku faîl bi destê rayedarên dewletê tên parastin û bûyerên bi vî rengî tên rewakirin. Guneş destnîşan kir ku ew ê dest ji van dozan bernedin û pêvajoyên wan hiqûqî bişopînin. 
 
MA / Ahmet Kanbal