Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan

  • jin
  • 09:14 10 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Kovara Jineolojiyê Eylem Akti ku ji bo beşdariya li çalakiyên salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de bang kir, bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinên kurdistanî ya ji bo jinên Rojhilat. 

 
Gelê rojhilatê Kurdistanê ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê ku ji aliyê rjeîma Îranê ve hatibû qetilkirin, amadekariya çalakiyên protestoyî dikin. Jinên rojhilatî, bal kişandin ser girîngiya çalakiyan. Ji Kovara Jineolojiyê Eylem Akti ji bo piştevaniyê bang li jinên kurdistanî kir. 
 
FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ 
 
Akti, bilêv kir ku rejîma Îranê bi salan e tahdeyê li jinan dike û got ku "Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' jiyaneke eklolojîk û azad a li bi pêşengiya jinê di xwe de dihewîne. Ev dirûşm, dengvedana van çalakiyan e. Bi vê dirûşmê li darxistina van çalakiyan tiştekî pir di cî de ye. Ev dirûşm bi Şoreşa Rojava re gihîşt derdoreke berfireh. Felsefeya 'jin, jiyan, azadî' ya rast paradîgmayek e ku rastiya jiyanê dihewîne. Gava mirov li şoreşa Îranê mêze dike, cara ewil e ku rewşeke bi pêşengiya jinan heye. A rast li wir rêxistinkirinên bi pêşengiya jinê hene." 
 
‘ROJAVA BÛ ROLMODEL'
 
Bi domdarî Akti destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re girîngiya pêşengiya jinan careke din derketiye holê û ev tişt anî ziman: "Me dît ku bê şervanên jin ên kurd pêşengtiyeke çawa kirin. Me ev yek li Kobanê, Qamişlo û Efrînê dîtin. Çalakiyên bi pêşengiya jinê ji bo Şoreşa Rojavayê bûn rolmodel. Ev ji bo me di wesfa neynikê de ye. Tevgera jinê ya kurd rê li ber siyaseta giştî dixe. Di dîrokê de mînakên vê gelek in; Leyla Qasim, Garîbe Gezer, Berîtanên me û gelek sembolên din. Jîna jî li Kurdistanê semboleke tevgera jinê ye." 
 
Di berdewamê de Akti bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser jinan jî û wiha pê de çû: "Jin tenê nayên kuştin. Bê bîra wê li lîseyê jinên bi gazên kîmyewî hatibûn jehkirin hebûn. Ev demeke dirêj dewam kir. Xwestin xwendekaêrn keç tune bikin. Gelek jin hatin girtin, hatin binçavkirin û poşmanîtî li van jinan hat ferzkirin. Xwestin nameyên 'ez ê li gor şerîatê tevbigerim' bi jinan bidin îmzekirin. Lê jinan paşdegav neavêt. Gava em vê di çarçoveyeke dîrokî de esas bigirin, gelek girîng e." 
 
Akti, bibîr xist ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê li Kurdistanê û gelek deverên cîhanê çalakî hatin kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Em baş nebûn nefesa wan, têkoşîneke mil bi mil çênebû. Erdnîgarî ferq nake, meseleya jinê dê bi têkoşîna jinê ya hevpar bê çareserkirin. A rast di 16'ê îlonê de di şexsê Jînayê de tenê êrişî jinên rojhilatî û kurdistanî neha kirin, êrişî hemû jinên cîhanê hat kirin. Divê em bi vî awayî xwedî li vê têkoşînê derkevin. Ji bo vê ez bang li hemû jinên kurdistanî dikim ku mil bidin milê hev û bitêkoşin." 
 
MA / Berîvan Kûtlû