‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'

  • jin
  • 09:04 8 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Aktivîst Zarmîna Paryanî ku ji bo pêşî ceza li Talîbanê bê birîn 8 roj in di greva birçîbûnê de ye, wiha bertek nîşan da: "Gelê me bi qirkirinan re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike." 
 
Ji 15'ê tebaxa 2021'ê ve, ji roja ku Talîbanê rêveberiya Efxanistanê bi dest xistiye heya niha, li welêt di serî de li ser jinan û bi giştî li ser hemû derdorên muxalif her diçe zext zêdetir dibin. Jinên efxan, li dijî vê hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt çalakiyên xwe didomînin. Jin dixwazin ku welatên navneteweyî çi di warê polîtîk çi jî di warê aborî de pêlî lo ber piştgiriya ji bo Talîbanê bigirin. Ji bo dewletên navneteweyî ceza li Talîbanê bibirin di 1'ê îlonê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi pêşengiya Zarmîna Paryanî û Tamana Zaryabê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Grev dê 12 rojan bidome. Zarmîna Paryanî ku li qada Kolnê kon vedaye û hem çalakiya rûniştinê hem jî ya greva birçîbûnê li dar dixe, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
LI GIRTÎGEHÊ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIYE
 
Zarmîna Paryaniyê bilêv kir ku piştî Talîbanê rêveberiya welt bi dest xistiye bi demeke kurt daxilî nava çalakiyan bûye û ji ber vê hatiye girtin û got: "Piştî ku Talîbanê rêveberiya bi dest xist, wekî gelek jinan ez jî daxilî nava protestoyan bûm. Par Talîbanê du caran ez girtim. Di dema binçavkirinê de deriyên mala me şikandin. 3 caran li min û xwişka min xistin. Paşê em birin girtîgehê. Li wir bi borî, têl, kulm û pehînan li me xistin. Dest danîn ser pasaporta me, em îşkence kirin." 
 
Paryaniyê bilêv kir ku piştî hatiye bertan tevî sê xwişkên xwe ji welêt derketiye û got: "Piştî em hatin berdan me hewl da em li welatê xw bimînin, lê zêde bi ser me de dihatin. Talîbanê li dijî jinan qanûn çêdikirin û me ferq kir ku em ê nikairbin bêhnê jî bistînin. Ez û xwişkên xwe me biryar da ku em ji welêt derkevin. Em di ser rêyeke bixeter a ber bi Pakistanê ve ji welêt derketin. Em gelek caran bi mirinê re rû bi rû man, lê axirê em gihîştin Almanyayê. Lê mixabin gelek jinên afxan ên wekî min her roj bi heman çarenûsa tirsnak re rû bi rû ne. Cîhan bi tonan pereyan ji Talîbanê re dişîne, lê du sal in em ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in." 
 
‘DENGÊ ME NAYÊ RAGIHANDIN'
 
Paryaniyê destnîşan kir ku jinên efxan rêveberiya Talîbanê qebûl nakin û ev tişt anî ziman: "Jinên afxan ji roja ewil de li dijî Talîbanê li ber xwe didin. Lê komên mafên mirovan dengê jinên afxan nabihîsin. Em têkoşîna xwe ya li dijî sûcên Talîbanê yên li Panjshîr û Andarabê, cihêkariya zayendî û îşkenceyên wê didomînin. Jinên afxan hem li Afxanistanê hem jî li derveyî welêt li ber xwe didin." 
 
‘PIŞTGIRIYA TALÎBANÊ NEKIN'
 
Paryaniyê anî ziman ku dewletên cîhanê tenê daxuyaniyan didin û wiha domand: "Gelê me bi qirkirinan re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike. Gelê me her roj rastî bi dehan îşkenceyan tê. Lê dewletên cîhanê tenê daxuyanuyan didin. Em bang li cîhanê dikin ku piştgiriya me bikin. Bes piştgiriya Talîbanê bikin, li cem gelê efxan bin." 
 
Paryaniyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di 12'ê îlonê de çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî bikin. Lê em ê neçin li mala xwe rûnenên. Em ê ji bo gelê xwe yê di bin tahdeya Talîbanê de çalakiyên cuda li dar bixin. Gelê me ne bi tenê ye." 
 
MA / Berîvan Kutlu